Polîtîk

Karasu : Nabê HDP li gel aliyên kurdî tifaqa bike

Endamê komiteya rêvebir ya PKKê Mustafa Karasu di derbarê hilbijartin, rewşa HDPê û herweha tifaqên Kudistanî de daxûyaniyek da.Mustafa Karasu dibêje: HDP ne partiyek  Kurdiye. Lê partiya kurda ye jî. Di vê pêvajoyê de , ne dema wê ye ku HDP li gel partiyên din(Partiyên Kurdî) li ser hinek prensiba  tifaqê bike.Baş bala xwe bidinê, yê ku daxûyaniyê dide cihê biryarê ye. Ew berpirsên HDPê yên ku îro ji bo hevkariya hilbijartina li gel aliyên din yên Kurdistanî hevdîtina dikin ne cihê biryarê ne.Karasu vekirî dibêje ku, em li gel partiyên yên kurdî  li ser tu prensiba tifaqê nakin. Eger partiyên din bê ku behsa prensiban bikin , werin pişgiriya HDPê bikin bila bên, wek din nabe.Li gora agahdariyên di destê me de heyin hêja hevdîtinên Tifaqa Kurdistanî ji bo Hilbijartina li gel HDPê berdewame.  Ya rast niha ewe ku, heta HDP daxûyaniya Karasu tekzîb neke, nabê hevdîtin berdewam bin. Eger HDP nikaribe vê bike, tu wateya ku Tifaqa Kurdistanî li gel HDPê hevdîtina ji bo tifaqe kî bike namîne.Ji xwe HDPê manifesyoya xwe ya hilbijartina di çerçova gotinên Karasu de duh li Enqere civînekî de ragihand. Di vê yekê de jî qet hevdîtinên li gel Tifaqa Kurdistanî  berbiçav negirt. Ev bi xwe jî  ne dirustbûna HDPê dide diyar kirin. Armanca HDPê cardin di bin navê yekitiya kurdan de , pêşkêşirina çend parlementeran xapandina kurda ye.HDP hilbijartinên ji beriya nihade çi kiribe cardin tekrar dubare dike. Bi vê helwesta xwe HDP dixwaze kesayeta partiyên Kurdistanî bi awayekî binpê bike.

Back to top button