Polîtîk

Partiyek nû li Kurdistanê hate avakirin

Li Kurdistana Bakur partiyek din hete damezirandin û kete nava jiyana siyasî.Partiya ku bi navê Insan û Azadiyê hatî damezirandin xwe wek partiyek kurd , Kurdistanî û îslamî dide nasandin. Partiya Insan û Azadiyê roja 3.4.2018 serî li wezereta navxwe ya Tirkiye daye.Sekreterê partiyê Mehmet Kamaç diyar dike ku, armanca partiya wan ewe ku kurdên demokrat û oldar bi rêxistin bêxin û siyasetê bikin.Partiya Insan û Azadiyê di derbarê damezirandina xwe de daxûyaniyek belav kir.DAXÛYANÎ:


Çapemeniya hêjaMiletê KurdHemû gelên dinyayeÎro, em wek damêzrênerên Partiya Insan û Azadiyê, avabûyîna partiyê îlan dikin û saziyek siyasetê dîyarî miletê xwe û hemû insanetiyê dikin. Rastî em ne tenê partiyek nû avadikin her weha em siyasetek nû avadikin. Mixabin li Bakûrê Kurdistanê serida qebûl kirina Kurda û statuya wan bigire ji aboriyê heta ekolojiyê gelek pirsgirekên mezin hene. Li hember vê valahiyek mezin ya siyaset û saziyan heye. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan hewceye her ferdek, her saziyek mesuliyeta xwe bicihbîne.Di vê çarçoveyêda me jî piştî xebatên çend salan yên dûr û dirêj, ligel istîşareyên berfireh ev partiyê îna vê astê. Partî dê li gel miletê me hereket bike û siyasetek temamker, ya erênî, ya xwedan prensîp bimeşîne. Partî ya İnsan û azadiye dê hemberî dujmintayî û bêrêziyên navbera partî û dezgehên Kurda da siyaseta yekitî, tifaq û hevgirtinê bimeşîne.Piyekê me dê li welatê me be, piyê din li tevahiya dinyayê. Bi xwestina revêberiyek demokratîk, adil û pêşeng emê ferq û cudahiyekê biafirînin. Emê her daîm nirxên miletê xwe yên olî ra hurmetkar û qedirzanbin. Emê siyaseta xwe da wan rûmetên dînî berbiçav bigirin.  Jî bo ku Miletê me jî di nav camiaya navnetewî cihe xwe yê heqkirî bigire û wek stêrkekê biriqe şev û roj emê nav xebatêda bin.Ji bo serkeftinê jî hevî û dua ji xwedayê dilovan, piştgirî û hevkariyê jî ji miletê xwe dixwazin.

Back to top button