CîhanCivak

Du keçên Kurd li Amerîkayê hatin xelatkirin

 Wezareta Derve ya Amerîkayê her sal ji her aliyê cîhanê 10 ciwanan xelat dike. Di merasîma îsal de ku 2ê Gulanê pêk hat 2 keçên ciwan jî hêjayî wê xelatê hatin dîtin.Keça Kurd a Êzdî Zînê Salim ku li Lîtvanyayê dijî û keça Kurd Sara Ebdulla Ebdulrahman ku li Kerkûkê dijî îsal ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatin xelatkirin.Ew ciwana Kurdên Êzdî ji ber pêkanîna aşitiyê, têkoşîna li dij tundrewiyê û bihêzkirian ciwanan û di mijarên din ên civakê ji aliyê wezaretê ve hat xelatkirin. Ciwana ji Kerkûkê jî ji ber xebatên wê yên di dezgehên sivîl ên ji bo alîkariya jin û zarokan û herwiha xebatên wê yên di mijarên mafên mirovan de hêjayî wê xelatê hat dîtin.Nûnera Hikûmeta Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman jî beşdarî merasîma xelatdayînê bû û li ser hesaba xwe ya Twitterê wêneyê herdu keçên Kurd belav kirin û got, “ Herdu keçên Kurd ji ber rola ya ji bo aşitiyê hêjayî xelat hatin dîtin.”
Back to top button