Hevkarî divê li ser nirxên netewî be, ne berjewendiyên kesayetî
Wek tê zanîn HDPê hevserokê xwe yê berê Selahattin Demirtaş ji bo serokkomariya Tirkiyekir kir berbijêr. Herweha baş tê zanin ku Demirtaş nayê hilbijartin. Lê ihtimala ku dengek baş nêzikî ji % 10-11 bigre heye.Lê pirs ne berbijêriya Demirtaş e. Gelo helwesta partiyên kurd yên ku dixwazin ji bo hilbijartina platformek hevbeş ya kurda ava bikin çîye. Ev girîng e.HDPê pirs xwe neda tu aliyek yan jî partiyek kurd dema Demirtaş kir berbijêr. Ev biryarek ya Meclisa HDPê bi serê xwe ye. Ev yek jî, ji mafê HDPê ye. Li vê derê pirs ne helwesta HDPê yan jî berbijêriya Demirtaşe.Pirs helwesta partiyên Kurdistaniye.Di derbarê berbijêriya Demirtaş de cîgirê serokê PSKê Bayram Bozyel ji Rûdawê re dibêje: Li vir niha tenê yê ku bikaribe bibe namzet Birêz Silhedîn Demîrtaş e. Birêz Demîrtaş di siyasetê de maqûl e. Di siyasetê de tê naskirin. Birêz Silhedîn dikare bibe namzetê kurdan ê hevbeş û muşterek. Lê divê em ê çi derxin pêş? Em amade ne ku bereyeke wiha çêbibe li derdora Birêz Demîrtaş.”Ji xwe Demirtaş bû ye berbijêr, hêdî dê çewe bibe berbijêrek hevbeş yê paltformek Kurdistanî û Kurdan. Ev yek ne mimkine. Bila kesek xwe nexapîne û siyaseta netewî ji bo hinek berjewendiyên kesayetî nekê pêlik.Di nava HDPê de gelek kesayetên tiştên baş didin xûyakirin û baş hene, lê kesek ji wan ji derê siyaseta PKKê nikare bibe xwedî helwest. Ev yek kêmasî ji aliyê siyasetmedarek wek Bozyel ve baş tê zanin. Gelo ji bo çi bi van daxûyaniyan helwesta partiya xwe şêlo dikin nayê zanin.HDP li gel aliyên din yê Kurda tu platformek hevbeş li ser xetek netewî ava nake. HDPê bangi herkesekî dike û dibêje: Werin em platformek hevbeş ava bikin û emê çend kesên we bêxin berbijêr ji bo parlementoyê. Pirs eve dema pirs ev be bila kesek xwe nexapîne û rastiya xwe bibîne. HDP hilbijartinên parlementoya Tirkiye yên ji berî niha jî ev yek kir.Eger tu xwe wek aliyek Kurdistanî û netewî nebînî, ev tiştek dine. HDP ji xwe platformek hevbeş ya çêpên Tirk û hinek ji kurdane. HDP tu cara di derbarê hilbijartinan de li gel tu aliyekî hevkariyê nake. HDP hewldide her kesekî bêxe di bin sêwana xwe de û karê xwe bi wan biqedîne. Heta wek vê gavê helwest û siyaseta HDP rêve dibe ev e.Gelek partiyên Kurdistana Bakur dixwazin li gel HDPê li ser esasê hinek prensîban ji bo hilbijartina li hev bikin. Hemû biryarên di derbarê hilbijartina de bi hevre bigrin. Dixwazin protokolek ya lihevkirinê hebe û bernameyek hevbeş pê çêkirin. Lê heta vê gavê rastiya HDPê ji vê dûr e.Demirtaş ne berbijêrê kurda ne, berbijêrê HDPê ye. Hinek aliyên din ji ba xwe bêjin emê pişgiriyê bidin Demirtaş ev pirsek dine.Nûçe/Analîz