Nivîsar

Referandum şerm e yan şanazî ye?

Herman BokanîPiştî raperîna mezin a sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê li dijî rêjîma Iraqê, referandum tekane pêngava şoreşgêrî û niştimanperwerî ye ku hemû niştimanperwerên Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê şanaziyê pê bikin. Ew referanduma ku niştimanperwer şanaziyê pê dikin û niştimanfiroş jî li pêşiya axayên xwe yên dagîrker de xwêdana şermiyê ji wan tê.Ew referanduma ku, neyarên Kurdan li ser serê me kirine şûrê Damuklês û ligel dijminên derve yên Kurdan û ligel komek ji kesên nava Kurdistanê ku bi tenê zimanê wan Kurdî ye û bûne dûvkê wan dijminan e, berdewam dev davêjinê, ew referandum di rastiyê de zelaltirîn û rewatirîn mafê miletê Kurd e.Ew kesên ku bi zimanê Kurdî diaxivin û dijayetiya referandumê dikin, ne ji ber ku nizanin referandum jî wek mafekî sirûştî ye wek mafê diyarkirina çarenivîsa miletan û mafê axaftin û mafê xwendin û nivîsandinê û mafê azadiya axaftinê. Na. Ne ji ber ku nizanin, lê belê ji ber ku armanca wan tenê dijayetiya referandumê ye wî karî dikin.Ew kes û alî ne ji ber wê yekê diyayetiya referandumê dikin ku referandumê nan û dewê xelkê Kurdistanê birîye, lê belê dijayetiya wê dikin ji ber ku ji dijminên Kurdan re sûnd xwarine ku tenê li gorî dilê wan lêxin. Ma naxwe her kes dizane, eger referandum jî nehatiba kirin, dê piştî şerê DAIŞê hêza serkutker a ser bi Îranê ve ji Bexdayê ve êrîş bike ser axa Kurdistanê. Amajeyên wê yekê jî beriya girtina Hewîce xuya bûn.Lewma jî eger referandum hatiba kirin yan jî nehatiba kirin, dê ew hêz her hatiba navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê, lê niha ji ber referandumê ji hemû cîhanê re aşkere bû ku ew navçe xwedî nasnameyeke Kurdistanî ne û ev yek bû belgeyeke mezin. Referandum nehatiba kirin û ew hêz hatiba navçeyên Kurdistanî, ev belge nediket destê me de û dê nasnameya gelek cihên din jî reş kirbana. Lê niha nikarin wê yekê bikin.Ji aliyekî din ve, referanduma Başûrê Kurdistanê pêngaveke din bû ji bo ku zêdetir çavê xelkê Kurdistanê bê vekirin û nêrîna wan li hemberî welatên rojava bê guhertin, ji ber ku heta beriya referandumê me bi çavekî aydyalîstî li wan welatan dinerî. Lê niha em bi nêrîna referandumê berê xwe didin wan, ku zêdetir rastiya wan ji me re zelal bû û niha nêrîna me cuda ye.Ligel wan hemû tiştan, referandum pêngaveke wêrek bû ji xelkê Başûrê Kurdistanê, ku ez bi curet dikarim bêjim, piştî raperîna mezin a sala 1991ê ev tekane pêngav e ku em hemû Kurd şanaziyê pê dikin.Li vê navê jî, bila dijminên Kurdna û koyleyên wan ên bi Kurdî diaxivin, her kevrên bêhêviyê li sînga xwe bidin, ji ber ku êdî referandumê belgeyek di dîrokê de koland.Ew dijberên referandumê dibêjin pêwîst e referandumçî bên dadgehkirin, lê eger referandumçî bên dadgehkirin dê 93% ji xelkê Kurdistanê xwe li pêşiya dadgehê bibînin. Lê ew yek xewn e û wek çawa xewna hilweşandina referandumê ji Bexdayê re neçû serî û jê re bû xweneke nexweş, dê ew kes jî tenê şermê bi serê xwe dakin.

Back to top button