Civak

Grubên Artêşa Azad şerê hev kirin kuştî û birîndar gelekin

Nawenda çavderiya mafê mirovan li Suriye ji Ingiltere radihîne ku, di navbera hêzên artêşa azad a Suriye de şer derketiyê û di encama şer de gelek kuştî û birîndar çêbûne.Li Efrînê navbera du grubên di nava Artêşa Azad de şer derket, gruba Hêza Hamza û Ehrar El Şerkiye de şerek mezin çêbû. 7 kes hatin kuştin û birîndar hene. Piştî şer zêdeyê 130 kes hatine girtin.Li gora nûçeyeka  ajansa Al Masdar, Fermandarek yê Ehrar El Şerkiyê ji aliyê hêzên Hamza ve hate kuştin û ev yek bûye sedema şer. Li gora heman ajansê kesên hatin girtin ji gruba Hamzane.Tirkiye berpirsên herdu gruba anine ba hev û di nava wan de li hevhatinek pêkaniye. Li gora ajansê fermandarek pile bilind yê Artêşa Tirkiye jî di civîna hevhatinê de amade bûye.

Back to top button