Civak

Tirkiye Kurdistana Başûr bombebaran kir sivîl bûne qurbanî

Firokeyên cengî yên Tirkiye vê sibehê Kurdistana Başûr bombebaran kirin. Li gora peyamnerê Rûdawê ragihandî, îro 22ê Adarê  firokeyên Tirkiye devera sinûr li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine . Firokeyên Tirkiyê gundên Mawnan, Wesan û Serkaniyan li devera Balekayetî ya ser bi qezaya Çomanê bi giranî bombebaran kirine.Encama bombebaranê 4 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.Tê xûyakirin ku di encma bombebaranê de çend baregehên PKKê jî hatine rûxandin.Tirkiye bi hinceta bingehên PKK deverên sinor gelek cara bombebaran dike û encamê de xelkek sivîl zerera canî û mal dibînin.  

Back to top button