Civak

Naveroka peyama hikûmetê ji bo bîranîna kîmiyabarana Helebceyê

Di 30-emîn saliya bîranîna kîmiyabarana Helebceya Şehîd de, bi qedir û rûmet em bejna xwe li hember canê pakê şehîdên Helebce diçemîn in, bi xem û kovaneke kûr em yada wan şehîdên nemir ji; sava/ pitik, zarok, jin, mêr, gênc û kalan dikin ku di nava bi tenê çend deqîqyan de, spêdehiya roja 16ê adara 1988ê bûne qurbaniyên hovatiya yek ji rijêmên herî diktatorên dîrokê, guneha wan ne tiştek bû, guneha wan bi tenê kurdbûn bû.Di demekê de ku tawana kîmiyabarana Helebceya Şehîd pênchezar şehîd li pişt xwe hiştin, nêzîkî dehhezar birîndar jî xistin nav jiyanake tijî derdeserî û heta mane di nav jan, êş û azaran de bijîn û ti lezetê ji jiyana xwe nebînin û ew bibin şahidê wê tawana mezin ya dijî mirov, xweza û jiyanê li ber çavên cîhanê encam da û hîngê tu kesî li ser wê tawna mezin deng nekir, tawanek ku mezlumetiya gelê Kurdistanê û hovatiya desthilatdsrên hîngê li Bexdayê bi hemû cîhanê nîşan da.Di vê yada bi xem û kovan de, em careke din dupat dikin ku ya di îmkan û şiyanên me de be ji bona xizmetkirina Helebceyê xemsarî û kêmasiyê nakin û em careke din daxwazê ji dewleta Îraqê dikin ku, erk û wezîfeya ser milên xwe qerebûkirina qurbaniyan û avadankirina Helebceyê bi cî bike û civaka navdewletî jî rê nede ku careke din tawaneke bi wî awayî li tu derên din li ser zemînê dubare be.Nemirî ji bo şehîdên Helebce û hemû şehîdên KurdistanêCivata Wezîrên Herêma Kurdistanê16.03.2018Hewlêr

Back to top button