Polîtîk

1ê gulanê pîroz be

Bi minasebeta 1ê gulanê hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî karkerên Kurdistanê kir û ev li jêr teksta wê peyamê ye:

Bi minasebta 1ê gulanê, cejna karkerên cîhanê, pîrozbahiyê li tevaya karkerên cîhanê, Îraqê û bi taybetî karkerên Kurdistanê dikîn û her di vê rojê jî de tekîdê li ser baştirkirina jiyan û rewşa karkeran dikîn. Ji ber ku çîna karkeran ew çîne ye ya ku bi zend û baskên xwe beşdariyê di pirosesa avadankirin û geşepêdanê de dike û xizmeta mirovatiyê dike. Hikûmeta herêma Kurdistanê ji wezîfeya xwe dizane ku pêdawîstiyên wan dabîn bike.

Hikûmeta herêma Kurdistanê digel aliyên peywendîdar ji bona parastina mafên karkeran û baştirkirina rewşa jiyana wan di xebatên berdewam deye, ev yek jî bi rêya pêşkeşkirina zêdetir pirojeyên xizmetgozarî û pêkanîna aqarekî qanûnî ku hemû mafên karkeran tê de parastî bin.

Cîyê dilxweşiyê ye ku cejna karkeran li herêma Kurdistanê îsal digel ragehandina hijmareke bername û pirojeyên cihê ji bo karker û gêncan û peydakirina derfetên kar, tê pîroz kirin, ku her yek ji wan pirojeyan di paşerojê de dê tesîreke rastrast li ser baştirkirina jiyana karker û tevaya çîn û katagoriyên civakê ve hebe.

Hikûmeta herêma Kurdistanê pirojeqanûna teqawîd û parastina mafên civkiyên karkeran pesind kiriye û ji bo parlamentoya Kurdistanê şandiye. Di vê pirojeqanûnê de gelek maf ji bo karkeran dabîn dike; karkerên li sektora taybet kar dikin dê heman mafên karmendên di sktora hikûmetê de kar dikin di warê teqawîd, wergirtina pîşîneyan, xêzan û zarok û mafên din de hebin.

Di pirojeqanûna budceya sala 2011ê de , ji bilî damezrandina (teîn) 25 hezar karmendan, herwesa 25 milyon dîdar bo paydakirina derfetên karî bo gêncan li sektora taybet, pêdana qerzên biçûk, sindoqa alîkarîkirina pirojeyên biçûk jî di qanûna budceyê de diyarkirine. Di budceya sala 2011ê de, ji bo piştevanîkirin sindoqa teqawîda karkeran pareyekî baş hatiye berdest kirin. Her ji budceya sala 2011ê hikûmetê qerzên bo zîraetê û pîşesaziyê jî dide.

Bi hevkariya rêxistina Karî ya cîhanî ji bo amadekirina siyaseta bikarxistinê li herêma Kurdistanê kar dikîn, hebûna vê siyasetê li Kurdistanê dê valahiyeke mezin dagire û dê rê li diyardeya bêkariyê, aktîvkirina gêncan û peydakirina derfetên karî li Kurdistanê xweş bike.

Pirojeyê kar ji bo hemûyan yek ji pirojeyên wezareta kar û karûbarên civakî ye ku bi vê rêkê 3000 derfetên karî bo piroje û kompaniyên sektora taybet di nava 3ê salan de dabîn dike ku ewlewiyat jî bo derçuyên kolêj û peymangehan e.

Her ji berdewamiya hewilên hikûmetê yên ji bo kêmkirina bêkariyê û ji bona pêgehandina gêncan li herêma Kurdistanê bi rêya rahînan û xandian meslekî, di destpêka îsal de senterên rahînanê dest bi çalakiyên xwe kirine daku gênc di van senteran de kursan bibînin û paşî bi rêya sindoqa alîkarîkirina pirojeyên biçûk qerz werbigirin.

Careke din 1ê gulanê roja karkerên cîhanê li tevaya karkerên urdistanê pîroz be.

Hikûmeta herêma Kurdistanê
01.05.2011
Hewlêr

Back to top button