Nivîsar

Kurdistan dê çawa ji kirîza xwe derkeve

Di çend rojên borî de, medyaya YNKê hewl dide wê yekê ji me re bêje ku Silêmanî û navçeyên derdora wê aram in û her tişt bidawî hatiye. Di kanalan de hejmareke çekdarên metreq di destê wan de li cihên giştî rawestiyane û li her rêbiwarekî dinerin ku bixwaze bo demekê raweste yan telefonekê bike! Lê “Silêmanî aram e”.

Rêbîn Herdî bê ti fermana dadgehê digirin û îşkence dikin, piştî wî jî Fayeq Gulpî. Hejmareke zêde ji kessayetiyên siyasî, nivîskar û rewşenbîr bi biryarên zordest digirin, azar û îşkence dikin, gef li xelkê tên xwarin, lê “Silêmanî aram e”! Eva ku jê re dibên “Vegerandina aramî û hêminiyê bo Silêmaniyê”, di ferhenga siyasî de jê re dibên “binpêkirin”. Ev awayê danûstandinê ligel nerazîbûnan, vêce çi nerazîbûna cemawerî be yan siyasî, reftareke ne rewa ye û ti kesê xwedî wîjdan nikare bêje rewa û yasayî ye. Ev ji aliyê her kes, partî û hêzekê bê kirin, li her devereke Kurdistanê jî bê kirin dîsa wilo ye.

Ev awayê danûstandinê ne şêwazeke saxlem ya dema niha û hevdem e û heta hetayê jî nikare çareser be. Rast e Kurdistan di rewşeke nazik de derbas dibe, lê hemû kesên ku îro desthilat li ser cadeyan wan dibîne û bi dîtina wan qels e, rojekê di edebiyatên wan de “Lawên bi şeref” û “nifşê nû yê gelê me” û “cemawerên xelkê Kurdistanê” bûn, niha eger bi her behaneyekê li ser cadeyan bin an her aliyekî siyasî ew livandibin, nabe weke xayîn û kesên dijî ezmûna Herêma Kurdistanê û kirêgirtiyên filan û bêvan reftar ligel wan bê kirin. Lê eger dadgeh vê yekê biselimîne, tiştekî dine.

Kurdistan rastî kirîzeke siyasî hatiye û pêwîst e jê derkeve. Ev jî bi wê yekê nayê çareserkirin ku kesê îro hêz di dest de ye neyarên xwe çavtirsandî bike û riya karê siyasî li wan bigire. Ew kirîza ku ketiye nava YNKê de û bi riya YNKê di hemû laşê sîstema siyasî ya Kurdistanê de geş bûye. Divê berî hemû aliyan YNKê vê pirsê çareser bike. Çareserkirina wê jî ne kontrolkirina kolan û cadeyên Silêmaniyê bi hêzên leşkerî ye, lê dibe ku bi xurtiya siyasî. Her weke çawa lîstika tundkirina kolanê jî heya şerê kevir û darlastîkan jî ti fêdeya wê nebû, ji bilî gihandina rewşê bo roja îro.      

Dr. Berhem Salih di nameyekê de ku meha borî ji Mam Celal re şandiye, bi awayekî eşkere li şikestina serkirdayetiya YNKê mikur tê û rastiya wê paşdaçûnê jî eşkere dike ku di nav serkirdayetiya YNKê de heye. Di vê nameyê de, tevî ku birêz Berhem Salih hewl dide weke takekes ji kirîza niha derbas bibe, lê partiyek ku ev hemû dûbendî û hevrikî tê de hebe, çawa dikare hukimekî saxlem bike? Loma baştir bû ji dêvla ku ji serkirdayetiya YNKê rêdanê bixwaze, vê karî di hikûmetê de bike, ji ber vêya wisa bikira gotûbêja siyasî ji bin rehînegirtinê derkeve.

Proseya siyasî li Kurdistanê ji xala pêdagiriya YNKê bo mabûnê û domandina vê rewşê hatiye rehînegirtin û pêwîstiya wê bi teqinekê ye. Ev teqin jî naqewime heya wê dema ku ev rewş bi vî awayî berdewam be. Berovajî vêya jî ev ne xeyaleke rast e eger wisa bê danîn ku bi afirandina seqayeke bi wî rengî hemû tişt bi dawî hatiye û bidawî tê, bigire ji xwe metirsî ji vir pêde destpê dike.

Rêbiwar Kerîm Welî/Rûdaw

Back to top button