Cîhan

Devê medya Tirkî hatiye girêdan

Kovara Economist a Ingilîzî di hêjmara xwe ya vê heftiyê de behsa şerê Efrinê û helwesta medya Tirkî kir. Serniva nûçeyê de dibêje: Ji bo girêdana devê Medyayê li Tirkiye kesek nikare şerê li Suriyeyê bi awayek rastî bike nûçe.Kovar di nivîsa xwe dide xûyakirin ku, sibehekî serokwezîrê Tirkiye Binalî Yildirim nûnerên medyayê kom dike û ji wan re dide xûyakirin ku, dê çewe nûçeyên şerê li Suriye çêbikin.Li gora kesek di civîna Yildirim da dibêje, Yildirim ji peyamnêran re gotiye dive hun berjewendiyên netewî bifikirin. Medya navdewletî  hinek nûçeyan de dikarin “platforma propaganda terorê“ pêkbînin. Divê hun li himber vê yekê hişyarbin.Yildirim gotiye: Divê hun bînin bîra xwendevana ku, ji bo kesên sivîl zererê nebînin Artêşa Tirkiye gelek bi hesasî hereket dike. Tirkiye li himber DAÎŞê û hêzên kurda şer dike. Kovar dibêje: Lê li Efrinê şervanên DAÎŞê tunene.Economist dide xûyakirin ku, ji bilî hinek medyayê, piranî guh didin van gotina û li gora wê jî nûçeya çêdikin. Kanalên televizyona hêjmara gundên ku artêşa Tirkiye standin û hêjmara kuştiyên YPGê wek dibêjin belav dikin. Ji bo vê yekê di nava pêşbirkî de ne. 

Back to top button