CîhanPolîtîk

Li Suriye Tirkiye û Îran tên himberê hev

 Ishaan Tharoor di rojnama Amerikî Washington Post de nivîsek di derbarê rewşa Efrinê de belav kir.Di nivîsê de behsa çuyina hêzên rejima Suriye ya Efrinê dike û dibêje:Şerê tevlihev yê li Suriye hêja tevlîhevtir dibe.Ishaan Tharoor dibêje: Gotina milisên girêdayê rejima suriye ku diçin Efrinê ji bo pişgiriya kurda dikare îşareta li hevhatinekî be.  Hevalê min Louisa Loveluck, dide xûyakirin ku şervanên derbasî Efrînê dibin milîsên Şîe yên girêdayê Îranê ne.Eger rastî rewş ev be, hêzên ku muxalefeta Suriye  yên  Tirkiye pişgiriya wan dike dê li dijê milîsên şîe ku girêdayê Îranêne şer bikin. Ev milîs hatine Efrinê daku pişgiriya kurda bikin yên ku li gel Amerika rêkevtine. Ev yek jî eve heft sale şerê heyî tevlihevtir dike tifaqên ecêb dikare pêkwerin. Berjewendiyên ku di navhevre derbas bûyin bingehê tifaqa ye.Rojname dibêje ku, Îran û Rusya rê nadin Tirkiye bi wek dixwaze li Suriye hereket bike. Herweha rojnemevan îdia dike ku pêşerojê de Amerika dikare rejima Esad nas bike. Ji xwe siyaseta Amerika bû sedem ku navbera hevalbendek xwe yê NATOyê nexweş bike.

Back to top button