Polîtîk

Meclisa PAKê civîna xwe ya 13emin li Amedê li dar xist

 Meclisa PAKê civîna xwe ya 13emin di rojên 17 û 18yê meha sibatê ya 2018an de li dar xist.Civîn li Amedê li dar ket û bi awayekî serkeftî bi dawî hat.Civîn li gorî wê rojeva ku hatıbû qebûl kirin pêk hat. Piştî axaftina Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik ya di derbarê rewşa giştî de, raporên xebatê hatin xwendin û nirxandin. Biryarên di civîna pêştir de hatibûn wergirtin hatin xwendin û mustewaya bicîh anina biryaran, kêmayî û astengîyen heyî û rêyên çareserîyê bi berfirehî hatin nirxandin.Di civîna 13emîn a Meclîsa PAKê de, rewşa Kurdistanê û Tirkîyeyê û siyaseta PAKê ya di derbarê her sê hilbijartinên ku di 2019an de dê li dar bikevin hatin nirxandin.Meclisa PAKê bal kişand ser sîyaseta dewletên li herêmê ya li dijî Kurdan û herweha çav lê girtina dewletên cîhanê . Dewletên serdest yên bi pirsa Kurdistanê rû bir û ne, bi hevkarî, îradeya gelê mey ê başûrê Kurdistanê ya di referandûma serxwebûnê de tune hesibandin û Kerkûk dan dagirkirin.Nuha jî van dewletan bi hevkarî , rê li êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Efrînê vekirine.Wan dewletên cîhanê yên ku çavên xwe ji dagir kirina Kerkûkê re girtibûn, nuha jî çavên xwe ji êrişên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Efrinê digirin. Meclîsa PAKê ji ber ve xemsarîya dewletên cîhanê ya li himber doza netewî ya miletê Kurd , careke din balê dikişîne girîngîya xebat û dîplomasîyeke xurt ya navnetewî.Meclîsa PAKê careke din jî bangî dewleta Tirkîyeyê dike da ku êrîşên xwe yên li ser Efrînê rawestîne û dest ji vê sîyaseta xwe ya dijayetîya Kurdan berde.Rûdanên vê dawîyê yên li her çar perçeyên Kurdistane careke din jî îspat dike ku, ji bo bi dest xistina mafên netewî yê miletê Kurd gava yekemîn hevkarî û tifaqa navxweyî ye.Meclisa PAKê dibeje, ji bo pêk anîna aştîyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn gava yekemîn , qebûl kirin û bicîh anîna mafên meşrû û netewî yên miletê Kurd e.Dewleta Tirkîyeyê nuha azadîya ramanî û ya xebata birêxistinî hema hem ali holê nehiştîye.Dewleta Tirkîyeyê, Rewşa Awarte weke hincet nîşan dide û her roj bi dehan rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û sîyasetvanan desteser dike, digire û cezayên hefs kirinê dide wan.Di encama vê sîyasetê de endamê Meclîsa PAKê hevalê me Mehmet Ermîş jî li Îzmîr a bajarê Tirkîyeyê eve neh roje hatiye desteser kirin.Em desteser kirina hevalê xwe Mehmet Ermîş şermezar dikin û bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku demildest hevalê me û hemû girtîyên sîyasî serbest berde.Meclîsa PAKê sîyaseta PAKê ya di derbarê hilbijartinên 2019an de nirxand û bal kişand ser girîngîya Bloka Kurdî ya Hilbijartinan. Meclîsa PAKê got divê Kurd xwe weke alîyekî bibînin û ji bo wê jî pêwîstî bi tifaqeke netewî ji bo hilbijartinê heye. Herweha Meclîsa PAKê ji bo pêk anîna Bloka Kurdî ya Hilbijartinan ya li ser esasê daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk yên gelê Kurd û Kurdistanê, dê xebat û dan û sitendinên xwe bimeşîne.Civîna Meclîsa PAKê bi mustewaya xwe, bi gengeşî û biryarên xwe yên ji bo xebateke bi rêk û pêktir , bi awayekî berhemdar bi dawî hat. 22.02.2018Meclîsa PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) 

Back to top button