CîhanPolîtîk

Tillerson: Em rê nadin hêzek din bikeve Mincibê

Li Enqere wezîrê derve yê Amerika Rex Tillerson piştî civînek dirêj li gel Erdogan îro jî li gel wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu hevdîtinek pêkanî. Piştî hevdîtinê herdu wezîr konferansek çapemeniyê li darxistin û behsa naveroka hevdîtinê kirin.Di axavtina xwe de Çavuşoglu got: Duh di civîna dirêj de herdu aliyan daxwaziyên xwe û hêviyên xwe ji hevre gotin. Em û Amerika pêvajoyek hesas de ne. Ev serdan gelekî girîng û feydeye.Ne tenê pêwendiyên herdu welatan, rewşa herêmê jî hatiye nirxandin. Hêviyên herdu aliyan jî ji hev hene. Me ji bo serastkirina pêwendiyan îradeyek baş daye nîşandan.Em gihan peymaneki ku ev pêwendiyên me bêne serastkirin. Ez bawerim piştî van hevdîtina pêwendiyên me cardin normal dibin û wek du mitefikên baweriyê li hev bînin serast dibin.Ji bo hevkariyên herêmî jî ev hevdîtin gelek baş derbasbûn.Wezîrê derve yê Amerika Tillerson jî di axvtina xwe de got:Herdu aliyan jî nexweşiyên xwe ji hevre gotin. Di civînê de me pêşeroj kir armanc û em li ser pêşerojê axivîn. Pêwendiyan Amerika û Tirkiye ne tenê pêwendiyên ji bo bejewendiyê ne.Tirkiye endamek yê NATO yê ewil e. Me bi hevre Li Afganistan û Koreyê û gelek deverên din xabat kiriye. Tirkiye li himber tehdîta DAÎŞ û PKKê ye.Di derbarê Suriye de em hêvî dikin civînên Cenevrê encamekî li gel xwe bîne. Tirkiye mezuvaniya 3 milyon penaber dike.Me ji Tirkiye re da xuyakirin ku, dê alikariya me ji HDS re bi sinordar û kêm be. Me her demî pişgirî daye demokrasiya Tirkiye.Me behsa ne rihetiya xwe ya ku karmendên konsulusxana me hatin girtin kir. Herweha ne rihetiya di derbarê girtinên di rewşa awarte de çêdibin me ji Tirkiye re got.Li ser pirsekî Çavuşoglu got: Di dema Obama de Amerika soz dabû ku, ji Minbicê vekişin rê nedin YPGê bimînin Minbicê. Lê ev soza xwe bi cih neanîn. Piraniya minbicê erebin. Ji berî her tiştekî divê YPG ji vê derê dekeve. Ji bo selameta herêmê ev yek gelekî girîng e. Amerika di vê derbarê de soz daye me. Li ser pirsekî Tillerson got: Tenê ji bo şerê li dijê DAÎŞê bûtçeyek me veqetandiye. Wek din tu tişek din tûneye. Em dixwazin Minbic bimînê di bin kontrola Amerikayê de, em rê nadin hêzên din werin vê deverê.

Back to top button