Cîhan

Enqere daxwaziyên xwe gihandin Amerikayê

Wezîrê derve yê Amerikayê Rex Tillerson ji bo serdanek fermî li Tirkiye bû. Tillerson li gel serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan hevdîtinek kir. Civîna Tillerson û Erdogan zêdeyî 3 demjimêra berdewam kir.Civîn ji medyayê re girtî bû. Piştî civnê tu konferansên çapemeniyê nehatin li daxistin. Li gora hinek aghdariya di civînê de Tirkiye  ev daxwazi ji Amerika kirine.PKK di listeya terorê de ye çakan nedin PKKê.Tirkiye ji bo ewlehiya xwe mecburê her gava pêwist bavêje.Li herêmê ji bo îstikrarê muhatabê Amerika Tirkiyeye, li kesên din negerin.Emê li dijê DAÎŞê şerê xwe berdewam bikin, lê em li dijê PKKê jî şer dikin.Ji bo ewlehiya herêmê, em ji bo hemû projeyekî amadene, lê nabê rêxistinên terorist di nava pirsê de bin.Ji berî Tillerson werê Enqere, li Beyrutê daxûyaniyek da û got: Me çekên giran nedana YPG ji bo vê çêkên ku em  şûnve ji wan bistînin tuneye. Armancên me û yên Tirkiye hevbeşin.Biryare îro Tilerson li gel wezîrê derve yê Tirkiye bicive û piştî vê civînê konferansek çapeniyê bête li darxistin.

Back to top button