Kongreya Kurdolojî destpêdike
Li van rojên nêzîk û di bin dirûşma “ Zimanê Kurdî endamekî zîndî yê çanda mirovatiyê ye“ de, dê kongireya navnetewî ya kurdolijî li bajarê Duhokê bê darxistin.
Sebah Ebdulezîz Etrûşî ragehandinkarê Zankoya Duhokê bo ajansa Peyamnêr ragihand, li nav bernameya serokatiya zankoya Duhokê û bi hevkarî li gel enstituya kurdî ya li Parîsê, di rojên 1 heta 3 meha Gulanê 2011-ê de dê kongire li bingeha rewşenbîriya Zankoya Duhokê bihête encamdan.
Wekî din jî da zanîn ku: Niha komîteyên taybet yên kongirê çav li rêye ku hêdî hêdî gihiştina şandeyên beşdaran ji pispor, zana, mamosteyên zanîngehê, akedemîsyeny, kesên navdar û rewşenbîr dê di van rojan de bigihin Duhokê.
Weha jî ragihand ku, bernameyeke zanistî û dewlemend bo kongireyê hatiye danîn û dê hijmarek tewer û rûniştinên berferh bêne pêkanîn.
Nûçe:
PNA – Îsmaîl Tahir/ Duhok

