Li Hewlêrê şer du kuştî û 7 birîndar

Vê êvarê şer û pevçûn di navbera du malbatan de ji eşîra Zirarî ser bi wîlayeta Hewlêrê ve çê bû. Li gor hindek çavkaniyan di şerê her du malbatan de kuştî û birîdar hene.

Rêvebeirê asayîşa bajarokê Xebatê di daxuyaniyekê de got ku vê êvarê di navbera malbata Hemze Sêwê û malbata Zêdan axayê Zirarî ku her du malbat ser bi eşîrete Zirarî ve ne, şer û pevçûn çê bû û şerî nêzîkî sê saetan dom kir û di encamê de du kuştî û 7 birînda ji her du aliyan ketin.

Rêbebirê asayîşa Xebatê got: Şerê îro yê du malbatên ser bi eşîreta Zirarî ve li bajarokê Şaxolan û sê gundên derdûrê bû. Şerî nêzîkî sê saetan kêşa û paşî hêzên Zêrevaniyê di hewarê de hetin û ketin navbeyna her du aliyan û şerê wan rawestand. Lê di encamê şerî de du kes hatin kuûtên û sê hevwelatî û çar ji hêzên Zêrevaniyê hatin birîndar kirin û du erebe jî hatin şewitandin. Hêzên Zêrevanî hêşta li bajarokê Şaxolan û gundên redûrê mane.
 
Weke tê zanîn beriya çend mehan kurên Hemze Sêwê li ser kêşeyeka civakî Zêdan axa Zirarî kuşt bû. Îro malbata Zirarî hewildan heyva xwe hilînin û bû sedemê şerekê mezin. Li gor hin çavkaniya 400 çekdaran beşdarî di çerî vê êvarê de kiriye.

Nerîna min :