27'ê Avrêl
27’ê Avrêl
Di sala 2009’an û di rojekî wekê îroyê de Televîzyona kurdî Kurd 1’ê dest bi weşana xwe kir.
Kurd 1
Kurd 1 kanaleke televîzyona satelîtî ya bi zimanê kurdî, serbixwe ye û ji Parîsê weşanê dike. Bernameyên çandî û perwerdeyî belav dike. Piştî salekê di weşana testê de, Kurd 1’ê di 27’ê avrêla 2009’a dest bi weşana xwe ya normal kir.
Armanc
Bi belavkirina bernameyên agahdarî, çandî û şahîyan, bersiva pêdivîyên kurdên Rojhilata Navîn û kurdên li Ewropayê bide.
Piştgiriya entegrekirina ji milyonekê bêtir kurdên ku li welatên Yekîtiya Ewropayê dijîn bike û hêjajiyên demokratîk ên Ewropayê bi wan bide nasîn.
Bi alîkariya bername û munaqeşeyan, gotûbêj û çandeke pirreng li cem kurdan bi pêş bixe.
Navenda giştî, îmkanên bingehîn ên berhemhênan û belavkirinê yên Kurd 1-ê, li Parîsê ne. Her weha studyoyên wê li başûrê Kurdistanê jî hene û dixwaze bi şîrketên serbixwe yên li Tirkiyê û gelek welatên din ên Ewropayê re jî kar bike.
Temaşevanên Wê
Kurd 1 bêyî ku guh bide sînor, cudahîyên polîtîk û mezhebî, taybetmendiyên herêmî û komelayetîyê, dixwaze dengê xwe bigihîne civata kurd a li Rojhilata Navîn û Ewropayê.
Xwe weke motora parastin, pêşxistin û belavkirina ziman û çanda kurdî dizane, bi taybetî jî armanca wê ew e ku xwe bigihîne komên civatê yên herî pir hatine îhmalkirin: Zarok, xort û jin, tebeqeyên nexwende yan jî kêmxwendî, ku ji çand û şahîya bi zimanê xwe bê par hatine hiştin.
Bername
Di warê çandî, agahdarî, şahî û şevbêrkan de ji bo bicîhanîna daxwazên girseya herî berfireh ya temaşevanan, Kurd 1 bernameyeke dewlemend û rengîn pêşniyaz dike ku dê tê dê fîlmên kartonî ji bo zarokan, bernameyên ji bo xortan, yên di derbarê paqijîyê de, yên tendurustîyê, yên sporê, yên muzîkê, yên li ser dîrokê, yên dersên zimên û hwd. hebin.
Bi nisbet kanalên heyî, bi pêşniyaza tercîheke berfireh a fîlmên fiksîyonê, bi rêze fîlm û filmên xelekî, bi dokumanterên li ser ajelan, yên dîrokî û jiyana rojane, bi dublaj û têbiniyên bi zimanê kurdî dê nûjenîyekê bi xwe re bîne.
• Keskesor
• Dersa Kurdî
• Şahî û Şadî
• Kevî
• Dîmenên Jiyanê
• Başûr
• Sînema
• Dîroka Me
• Vegotin
Ziman
Kanal dê hemî bernameyên xwe bi zimanê kurdî belav bike. Zimanê wê dê hêsan be û dê li ser bingeha axaftina gel a rojane be ku bi awayekî giştî herkes, heta bi kesên nexwende jî karibin jê fam bikin.
Fînansman
Kurd1, ku di destpêkê de wê bi sermiyanê taybetî yê kurdên li Ewropayê were fînanse kirin, bi saya piştîvanî, alîkarî û reklaman berebere heta sala pêncan dê karibe xwebixwe li ser piyan raweste.
Kanala serbixwe, Kurd1, ku dê xîtabî girseyeke giring (beşekî mezin ê 40 milyon kurdî) bike, divê bala reklamderên rojavayî, yên ku dixwazin berhemên xwe bi gelê kurd bidin naskirin bikşîne, her weha şîrketên kurd ên avakirin, veguhastin, belavkirin û xizmetê jî bikaribin reklamên xwe bidin. Ji aliyê din ve servîsên entegrasyonê yên welatên Ewrûpî yên ku dixwazin mesajên xwe bighînin koçberên kurd, saziyên neteweyî û yên navneteweyî ku bixwazin mesajên xwe yên di derbarê paqijî, tendurustîya gelêrî û tedbîrên di vî warî de, dê bibin reklamderên potansiyel ên Kurd 1-ê, ku em wan ji niha ve vedixwînin da bazara reklamê ya zimanê kurdî ji destê xwe bernedin.
Hin berhemhêneriyên kanalê (turîzm, dîrok, muzîk) dikarin pir zû ji piştîvaniyê fêdê bibînin.
Reklam û Piştevanî-Web
Kurd 1 malpereke înternetê ya seranser bi kurdî ava dike, ku dê li ser wê agahdarî, şayî û bernameyên xwe hemiyan bi hev re belav bike. Sîteya Kurd 1-ê dê hewl bide da ku di warê reklaman de bibe yekem malpera bi zimanê kurdî.
Hatiniyên Din
Kanala Kurd 1-ê hêvî dike ku dê hatiniyeke bi alîkariya kirîn û firotina bi riya înternetê û daxwaza videoyê jî bidest bixe. Her wiha ji bo pêşketin û berdewamiya karê xwe ew hesabê subvansiyonên Yekîtiya Ewropayê û welatên ku jimareyeke mezin a kurdan dihewînin (Elmanya, Fransa, Swêd û hwd.) jî dike.