Polîtîk

Pêwîstiya Efrînê bi çareseriyeke navdewletî heye

 Ev 2 hefte ye ku hêzên Tirkiyê û yên oposizyona Sûriyê li Efrînê didin û gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî wan êrîşên ser Efrînê.Serkirdeyê ENKSê Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha rewşa Efrînê pir xerab e û Efrîn ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye û pêwîstiya wê bi çareseriyeke navdewletî heye. Efrîn bajarekî Kurdistanî ye û divê em hemû bi hevre li hemberî hemû dinyayê rawestin.”Îbrahîm Biro wiha got: “Pêwîst e guvaşeke navdewletî li Tirkiyê bê kirin ji bo ku êrîşên xwe li ser Efrînê rawestîne. Herwiha pêwîst e PYD li xwe vegere û nabe PYD hemû dinyayê bike dijminê xwe, ji ber ku PYD şerê ENKSê jî û şerê opozisyonê jî dike. Pêwîst e îdareyeke hevbeş di navbera me de hebe û PYDê dev ji helwestên xwe berde, ku her aliyek wek wê hizir neke, dibêje xayin e. Lê em hemû li dijî wê yekê ne ku hêzek êrîş bike ser navçeyên Kurdistanê.”Wî serkirdeyê ENKSê wiha domand: “ENKS ligel berpirsên welatan civyaye û me behsa êrîşa ser Efrînê kiriye û dê ew jî hewl bidin ku vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku ew pirseke navdewletî ye û divê ew pirs bi çareseriyeke navdewletî bê çareserkirin û herwiha Pêşmergeyên Roj jî vegerin Rojavayê Kurdistanê, lê heta niha PYDê qebûl nake ku vegerin.”Li gorî pisporê siyasî Hesen Kilexêrî ku ji malpera KDP.info re ragihand: “Tirkiye bi hênceta PKKê êrîş dike ser Efrînê lê armanca wê ew e ku Kurd neghên Deryaya Sipî, ji ber ku eger bighên wê deryayê dê aboriya wan bihêz bibe û Tirkiye dixwaze wê xewnê jinav bibe.” 

Back to top button