Li Idlibê balefirek Rusî anin xwar
Li Suriye devera bajarê Îdlibê balefirek ya Rusya hate êxistin. Li gora agahdariyan balefir bi çêkên pêşkeftî wek fûzek taybet anîne xwar.Balefira ketî xwar modela SU-25ê û balefirek cengiye. Pilotê belefirê saxlemi xilasbûye lê piştre hatiye kuştin. Pilot herêma di destê El Nusrayê de hatiye kuştin. Li wê deverê rêxistinên girêdayî El aideyê yên wek Heyet-i Tahrir-i Şam serdestin herêm di bin kontrola wan de ye.Li gora daxûyaniya wezereta berevaniya Rusya; Li herêma Idlibê milîtanên El Nûsrayê bi fûzeyên hewayî li balafira şer ya Su-25 ya rûsî xistiye û pîlotê bi paraşutê xwe avêt pilot encama şer li gel çekdarên El Nusrayê jiyana xwe ji dest daye.Piştî bûyerê Rusya bi tundî herêm bombebaran kiriye û di vê derbarê de wezareta berevaniya Rusya dide xûyakirin ku zêdeyî 30 şervanên El Nusra hatine kuştin.