Nexweşxaneya Efrînê: 104 sivîl şehîd bûne û 156 jî birîndar in
Rêveberiya Nexweşxaneyên Efrînê ragihand ku di 13 rojên êrîşên Tirkiyê yên ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de, 104 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 156 sivîl jî birîndar bûne.Rêverberiya Nexweşxaneyên Efrînê di kongreyeke rojnamevanî de hejmara qurbanî û birîndarên sivîl ên êrîşên ser Efrînê û gund û navçeyên derdora wê eşkere kir.Rêveberê Nexweşxaneyên Efrînê Ciwan Mihemed diyar kir ku ji ber êrîşên esmanî û çekên giran bo ser herêma Efrînê, hemû pizîşk û karmendên tendirûstiyê ji roja yekê ya êrîşê heta niha li ser karê xwe ne.Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de jî Ciwan Mihemed wiha axifî: “Ji 20ê çile û heta niha 104 welatiyên sivîl şehîd bûne û 156 sivîlên din jî ku jin, zarok û kesên bi temen di nav de hene, birîndar bûne û rewşa gelekan ji wan jî xirab e.”