Serok Barzanî cejna êzidiyan pîroz kir
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di peyamekê de cejna sersala êzidiyan, Çarşemiya Sor, li kurdên êzidî li Kurdistan û cîhhanê pîroz kir. Ev li sêr teksta peyama serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna serê sala êzdiyan, cejna Çarşemiy Sor, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xûşk û birayên kurdên êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev cejne hemû salekê bi xêr, xweşî û şadî derbas bibe û kurdên êzdî jî li jêr siha destkeftên dîrokî, parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê de û di çarçoveya mafê netewî û nîştimanî yên gelê kurd de bi destkeftên zêdetir asûde û bextewer bibin.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
19.04.2011
Weke tê zanîn îro roja çarşemiyê, bi minasebta cejna sersala kurdên êzidî, Çarşemiya Sor, li hemû saziyê hikûmeta herêma Kurdistanê tatîla fermî ye.