Protesto berdewamin
Piştî ku Dezgeha Bilind ya Hilbijartina 7 berendamên serbixwe yên ku PDP pişgiriya wan dike veto kirin li hinenek deverên Kurdistan û Tirkiye protesto çêbûn, û xelk derketin kolanan. Di dema xwepêşandana û çelakiyên protestoya biryara Dezgehê bilind yê Hilbijartina di nav xwepêşanderan û polisan de çer derket.
Ev xwepêşandan li Amedê, Wanê, Çolemergê, Nisêbînê, Cizîrê û Stanbulê pêkhatin. Di van xwepêşandanan de, ji xelkê û polisan birîndar çêbûn. Nêzikî 50 kes birîndarbûn. 224 xepêşander hatin binçavkirin.
Li hinek deverên Kurdistanê xwepêşandan berdewamin. Serokê Dezgehê bilind yê hilbijartina doh evarî daxuyaniyek da û got: Ew berendamên ku hatîn veto kirin divê hinek belgeyên pêwist bînin. Dema ev belge bikevin di destê me de emê ji nû ve rewşa wan binirxînin. Ev daxuyanî wek şûnde gav avêtin hate nirxandin û berpirsên BDP-ê jî ragihandin ku dê ewê van belgeyan amade bikin û teslîmê Dezgeha Hilbijartinê bikin.