Polîtîk

Projeya xiyanetê berdewam e

Parlementerek nêzikî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî behsa naveroka civîna Goran, Komela îslamî û hevalên Behrem Saleh dike. Tê zanin ku ev hersê grub nêzikî hukumeta Iraqê ne û hewl didin Silêmaniyê ji Kurdistanê veqetînin û Bexdayê ve girê bidin.Li gora nûçeya K24ê, parlemanterê Dewleta Yasa Casim Mihemd ji K24ê re ragihand, “Şanda Goran, Komel û hevpeymaniyê ya serdana Bexdayê kirine derbarê şandina mûçeyên fermanberên parêzgeha Silêmaniyê ligel Serokwezîrê Iraqê civiyan û daxwaz kirin ew bilez mûçe bên şandin. Ev tiştekî asayî ye, ji ber ku lîsta mûçeyên Silêmaniyê amade ye, lê yên Hewlêr û Dihokê ne amade ne. Herwiha daxwaza îdareyeke hevbeş ji bo birêvebirina Kerkûkê kirin, lê ew şandek partîtî ye, ne ya Herêma Kurdistanê ye.”Got jî: “Tevgera Goranê û Komela Îslamî du partiyên nêzîkî hikûmeta Iraqê ne, ji ber ku helwesta wan li hember referandûm û bûyerên Kerkûkê wek helwesta Iraqê bûn. her wê jî kir ku Serokwezîr ligel wan bicive, ji ber ku bi partiyên din ên Herêma Kurdistanê nacive. Em wek Dewleta Yasa û Partiya Dawa ya Îslamî ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê ve nêzîk in û ji piştî hilbijartinan jî hevpeymaniyeke hevbeş pêk tînin.”Roja 4.1.2018an şandeke Tevgera Goranê, Komela Îslamî û Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê (Berhem Salih) serdana Bexdayê kir û ligel berpirsên Bedayê civiyan, vê yekê jî karvedaneke ji Herêma Kurdistanê li pişt xwe anî û beşek ji aliyê siyasî û çavdêrên siyasî rexne li çûna wê şandê girtin, ku di baweriya wan de ew e, her guftûgoyek ligel Bexdayê divê di riya hokûmeta Herêma Kurdistanê re be.  

Back to top button