Ereb qebûl nakin Lûtkeya Erebî li Hewlêrê bê sazkirin
Endamê Lîsteya Dewleta Yasayê Seîd Metlebî ragihand ku ew qebûl nakin Lûtkeya Konseya Welatên Erebî, li şûna Bexdayê li Hewlêrê bê sazkirin.
Metlebî di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got:
– Em qebûl nakin cihê sazkirina lûtkeya Konseya Welatên Erebî ji Bexdayê bo Hewlêrê bê guhastin. Iraq dê bergiriyê li vê mafê xwe bike. Em razî nabin lûtke li Hewlêr an cihekî din bê sazkirin çimkî biryara sazkirina lûtkeyê li Bexdayê bi rêkeftina rêberên erebî hatiye dayîn.
Seîd Metlebî da zanîn ku heta niha Konseya Welatên Erebî bi awayekî resmî daxwaza guhastina cihê lûtkeyê li wan nekiriye û karekî wiha divê bi rêkeftina rêberên erebî be ne ku tenê bi rêkeftina welatên kendavê be.
Welatên kendavê çend roj berê beyanameyek derxist û tê de ragihandin ku ji ber helwesta Iraqê ya li hemberî rûdanên Bahreynê ew li dijî wê çendê ne lûtkeya Konseya Welatên Erebî li Bexdayê bê sazkirin û divê cihê lûtkeyê bê guhastin.
Biryar bû lûtkeya Konseya Welatên Erebî li adara borî li Bexdayê bê pêkanîn lê ji ber rewşa ewlekariyê ya piraniya welatên erebî, biryar hate dayîn lûtke bo meha gulanê bê paşxistin.
Wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî jî duhî ragihand ku ew amade ne di dema diyarkirî de mêvandariya lûtkeya Konseya Welatên Erebî bikin ku biryar e li 12ê gulanê bê sazkirin.