Serok: Em bê deng namînin
Serok pêşwazî li serokkomarê Iraqê kir û di dema hevdîtinê de got: Pêwîste gotûbêj û danûstandineke hevseng û bêmerc hebe û dûr be ji zimanê xwesepandinê. Herweha pêwîst e hikûmeta Iraq dest ji wan kiryarên xwe yên nerewa berde ku li Kerkûk û navçeyên din beramberî gelê Kurdistan dike, bi taybet ew cînosayda li Xurmatû destpê kiriye, divê bilez bê rawestandin û got: “Ew cînosayd bi ti awayî nayê qebûlkirin û em li ser wê yekê bê deng namînin.”Îro Çarşemê li Selaheddîn, Serok Barzanî pêşwaziya serokê Iraqê Dr. Fûad Mehsûm û şanda li gel wî kir.Di civînê de, dawîn pişveçûnên siyasî li Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê hatin behskirin û herdu alî hevdeng bûn, ku tevahiya kêşeyan bi riyên aştîyane û diyalogê tên çarekirin.Her di civînê de serokê Iraqê behsa bizavên xwe ji bo çarekirina kêşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê d