CîhanCivak

Sirîlanka konsulxaneya fexrî li Hewlêrê vedike

Balyozê Sirîlankayê li Îraqê di civînekê de digel serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku, berî ew weke balyozê welatê xwe li Îraqê dest bi karê xwe bike, Ranel Wîkermesînge serowkezîrê Sîrîlankayê gelke bi giringî ve ji wî re behsa Herêma Kuridstanê kiriye û jê re gotiye ku ew dê di derfetek minasib de serdana Herêma Kurdistanê bike û silav û hûmetên xwe ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê re şandine.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 29.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mîranca Asoka balyozê Sirîlankayê li Îraqê û Ehmed Celaledîn konsulê fexriyê wî welatî li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wanre kir.Balyozê Sirîlankayê ji bo wê hevkarî û pşigiriya bi wan re hatiye kirin di dema vekirina konsulxaneya fexrî ya welatê wî li Hewlêrê, sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku di paşerojê de ew bibe konsulxaneya giştî û berheviya xwe jî ji bona xuertkirin û berfirehkirina têkeliyên bi Hewlêrê re, bi taybetê di warê aborî de, nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serokwezîrê Sirîlankayê kir ku ji bo wê nircandina wî ji Herêma Kurdistanê re kirî û pîrozbahî li balyozê Sirîlanka li Îraqê û konsulê fexriyê wî welatî li Herêma Kurdistanê kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî hevkariyê bi konsulxaneya fexrî ya Sirîlankayê dike û hêvî xwest ku di paşerojeke nêzîk de bibe konsulxaneya giştî.Serokwezîr got ku herêma Kurdistanê di xwaze di hemû warên cuda de û bi taybetî di warê aborî de di navbera Herêma Kurdistan û Sirîlankayê têkeliyên xurt hebin. 

Back to top button