Êdî tirk jî otonomiyê ji bo kurdan dixazin
Di konferensekê de, li bajarê Îstenbolê, bi amadebûna siyasetvana kurd Leyla Zana, karsazê tirk yê yahudî û navdar, `Îshaq Aletun` daxwaza mafê otonumî ji bo kurdan kir.
Di konferansekê de, ya li zanîngeha`Bîlcî` yê de bi navê `Damezrandina Aştiyê`, Altun ragihand ku pêwîst e, serokê PKK, Ebdulah Ocalan ji zîndanê serbest bête berdan û di dibin nîşticîbûna neçariyê de be.
Karsazê tirk da zanîn ku êdî pêwîst e ji bo rewşa kurdên li rojhilata başûrê welêt, lêkolîn û lêpirsîneke berfereh bête dest pê kirin da ku yên dawaza serbixweyiyê dikin, herêmeke mafê xweseriyê ji wan re bête avakirin.
Aletun di axiftina xwe de, nimûneya herêmên `Kêbik li Kanenedeyê û Birêtanyeê jî anî ziman ku herêmên ku mafê otonumî bidestxistine ji bo wan welatn baştire.
Wî karsazî Yahudî, aşkire kir ku eger tiştekî wiha li Tirkiyeyê bibe, piraniya gelê Kurd, dê perçebûnê nexwazin.
Di dawiya kongreya xwe de, Aletun got:` Ji sala 1984`an ve, gelek pêşketinên mezin hatine holê, dewleteke federal ya Kurdî li bakurî Îraqê hate damezrandin, j bo wê yekê, nabe ku mirov nikolî li pirsgirêka Kurdan bike û dibe ku pêşketina` Herêma Kurdistanê` li ber çavan bûte girtin, bê guman, ew rewş, dê bandora xwe li ser rojhilat başûrê Tirkiyeyê jî bike.
Ajansa El-Êxlas ya tirkî (pukmedia)