Cîhan

Netanyahû:Emê bi serê xwe li himber Îranê rawestin

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû diyar kir, ger Îran çekên nukleerî bi dest bixe û Sûriyê jî bike bingeha xwe ya leşkerî, ew amade ne bi serê xwe li hember Îranê rabin.Li gor nûçeya medya Îsraîlê Netanyahû di civîna Cemaetên Cihû yên li Amerîkayê de, Îran bi sûdewergirtina ji pevçûnên li Sûriyê tawanbar kir û got, “Ew Sûriyeyî ji bo tunekirina Îsarîlê wekî bingeheke leşkerî bikar tînin.”Netanyahû bang li civaka navdewletî kir ku bersiveke hevbeş li dijî êrîşkariya Îranê bidin û got, ‘Dê îran nikaribe çekên nukleerî bi dest bixe û Sûriyê jî li hemberî Îsraîlê nikaribe bike bingeheke leşkerî.”Netanyahû herwiha spasî li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku amadehiya xwe ya sererastkirina peymana nukleerî ya bi Îranê re ragihandibû.

Back to top button