Cîhan

Almanya:Vêca dora Bexdayê ye gavê bavêje

Wezareta Derve ya Almanyayê daxûyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê ravekirina Dadgeha Bilinda Federal a Îraqê de erênî nirxand û ragihand niha bar ketiye li ser aliyê Bexdayê ku li pey wê gava Herêma Kurdistanê biçe.Konsulxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê bi daxuyaniyeke ragihand ku Wezareta Derve ya Almanyayê bi erênî pêşwaziya daxuyaniya Herêma Kurdistanê ji bo biryara dadgeha Federal a Iraqê dike.Wezareta Derve ya Almanya di daxuyaniyekê de dibêje, daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyeke giring e ku ew amade ne ji bo gotûbêjan û destnîşan kir ku divê Hikûmeta Iraqê zûtirîn dem dest bidiyalogê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ji bo çareserkirina pirsgirêkan.Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî di zûtirîn demê de erk êdî ketiye li aliyê Bexdayê.”Roja Sêşemê 14ê Mijdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ya derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de aşkere kir û ragihand: Em rêzê li biryarê digirin û pêwîst e ev yek bibe bingehek bo destpêkirina diyalogeke niştimanî û piralî bo çareserkirina nakokiyan.Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi zelalî pabendbûna xwe bi beşdarîkirina di gotûbêjeke bi mifa de li gel hikûmeta Iraqê nîşan daye.”Herwiha Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî jî di nameyekê ku ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye, piştgiriya xwe li helwesta Hewlêrê nîşan da.Brîtanyayê jî ragihand, ku London pêşwazî li daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku têde pêşwazî li biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê kiriye, ku amaje bi madeya yek a Destûra Iraqê dike.Hikûmeta Brîtanyayê diyar kir, ku ew piştgirî li Iraqeke demokrat û yekgirtî û bi îstiqrar dikin.Rûdaw

Back to top button