Nedîtina rastiyê ji koratiya siyasî ye
Bûyerên piştî 25ê Îlonê, çêkirina referanduma serxwebûna Kurdistanê li herêmê û Kurdistana Başûr pêkhatîn gelek bi awayên cuda hatin nirxandin.Bê guman herkes bûyera li gora perspektifa xwe ya siyasî û îdeolojik dinirxîne. Ewên ku berjewendiyên netewî ji xwere kirîn perspektifa siyasî û pencereya Kurdistanî re li bûyera dinêrin nirxandinên cuda û ewên qalibên tenkên îdeolojîkre li mesela dinêrin û li gora berjewendiyên rêxistinî û kesayetî nirxandina dikin encamên cuda destêxin.Heta radeyekî hinek aliyên siyasî dikarin bêjin ku, “ Ji bo çi referendum çêkirin“dizanîn dê ev bê serê wan. Bê ku fedî bikin bi rûreşîyekî daxwaz ji hukumeta Bexdayê kirin ku Hewlêr jî dagir bikin. Ew bûn ku li gel milîsên Şîeyên terorîst hevkarî kirin û miletên xwe bi wan dan kuştin û talan kirin.Li himber hemû pîsatî û xiyanetê cardin aliyê li ser xetek netewî siyasetê dike, hewldide ku yekdengiya nava kurda ava bike. Lê gerek bê zanin ku li gel hevalbend û sîxûrên hukumeta nawendî yekrêziya mala kurd gelekî zehmet e.Artêşa Iraqê, Heşda şeibî, Pasdarên Îranê û hêzên Hizbullaha Libnanî bi çekên Amerikî yên herî modern bi hevkariya xayînên Kurdistanê êrîşek berfireh kirin. Hêzên Iztixbarata YNKê ku di fermandariya Lahur Talabani de û hêzên dijê terorê yên YNKê di fermandariya Pavel Talabanî , ketin pêşiya hêzên Iraqê û Heşda Şeibî Kerkûk dagir kirin.Pêşmergeyên Kurdistanê li himber xiyanetê û li himber hemû leyiztikan xwe ji şerek navxwe dûr xist û xwe da xetek taybet û li himber êrîşên dijminan xaka Kurdistanê parastin. Her êrîşêk hêzên hevbeşên dijmina bi tundî têkbirin û nehijtin yek gavî pêşve werin.Herkes dizanê ku bi siyaseta Britanya û rêdana Amerika Kerkûk hate dagirkirin. Amerika û Ingiltere xiyanet li Kurdistanê kirin. Di bingehê xwe de tişta Amerika kirî ne ji xiyaneta 1975ê cuda tir bû.Herweha dewletên herêmê hemû nakokiyên xwe dan aliyekî ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdistanî karên hevbeş kirin. Di cîhanê hemûyê de du welatan ji xêra kurdan re lepitîn û daxûyani dan. Îsrail û Rusya.Li Amerika senetorên Amerikî û medya Amerikê behsa xiyaneta desthilatdariya xwe li himber kurda kirin. Senetoran li ber deriyê Qesra Spî pişgirî dan Kurdistanê. Piştî berxwedana pêşmergeyên qehreman û siyaseta rasteqînî ya hukumeta Kurdistanê bayê navdewletî hate guherandin.Lê divê ji berî herkesekî ew kurdên ne xêrxwaz bizanibin ku, kurd li Başûr neşkestin û dilê wan hunêk nekir.Referanduma serxwebûnê di dîroka Kurdistanê de gava herî girng bû. Gava dîrokî serkeft. Referandumê di pêşerojê de serxwebûna Kurdistanê misoger kir. Kesayetek berz wek serok Mesud Barzani li himber cîhanê serê xwe netewand û daxwaziya Kurda pêkanî.Barzanî berzbûna xwe ji pêşmergetiya xwe û îradeya xwe ya bi hêz digre. Ew aliyên rexna li Barzani digrin , bi devê dijminên Kurdistanê kiset dikin. Lê bila bizanibin Mesud Barzani ji bo Kurda şanseke.Gerek mirov bizanibe ku tu destkeftiyek bê bedel nabe. Bê guman dê bedelê referanduma serxwebûnê jî hebûya. Lê mixabin xiyanetê hişt ku dijmin bu hesanîtir bilepite.Referanduma serxwebûnê bû mîladek. Kesên serxwebûnê dixwazin û pişgiriya serxwebûnê dikin aliyeke. Aliyê din jî ewin ku jiyana bindestiyê diparêzin û dijitiya serxwebûnê bi awayên cuda dikin.Tu kes yan jî aliyek ji daxwaziya ji % 93 bi hêztir tuneye.Heta ku siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên kurd rastiya li Kurdistana Başûr nebînin û bi awayek zelal û ruhek welatparêzî nirxandina nekin , tu cara rastî û çewtiya siyasî nayêdîtin.Her hêzêk , aliyek siyasî di vê pêvajoyê de bi awayekî hevalbendiya Hukumeta Iraqê û Heşdê Şeibî kirîn li xiyaney li welatê xwe kirin û tu cara di qada dîrokî de rûyê reş nikarin spî bikin.Heta em xeta zîzî di navbera welatparêziyê û xiyanetê de nebînin, nikarin berjewendiyên netewî biparêzin.16.11.2017Dara Bilek