Dinav 6 kuştiyên Holandayê de yek jê kurd e
Li Holandayê li bajarê Alphen, rojnamevan û rewşenbîrê rojavayê Kurdistanê, Nedîm Yusif` di kiryareke nediyar de, jiyana xwe ji dest da.
Li gor Pukmediyayê, helbestvan Nedîm Yusiv, di dema serdana xwe ya postê de li bajarê Alphen li Holandayê, çekdarekî holandî êrîşî centerekê bazara bajêr kir û gule li xelkê barandin. Di êrîşê de 6 kes hatin kuştin û 11 jî birîdar bûn, piştre jî êrîşkerî xwe jî kuşt. Polîsê Holandayê dest bi lêkolînê kiriye, lê heya niha sedema wê kiryarê nehatiye zanîn.
Birayê Nedîm, Henîf di daxuyaniyekê de got ku ew bûyer tesadufî bûye û dema ku Nedîm gihîştiye postê di heman demê de çekadarekî holandî gihîştiye wir û gule li xelkê barandiye, ji nav wan guleyan guleyek li Nedîm ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye ku helbestvan Nedîm Yusif ji bajarê Efrînê ye, derçûyê zanîngeha şamê beşa rojnamegeriye bû û endamê rêxistina lêbûrîna navnetewî bû.


