Civak

Li Iraqê 300 gorên komelî hatine dîtin

Rêveberê ragihandina wezareta kar û barên şehîdan û enfalkirî yê urdistanêK Fuad Osman di bêjedanekê de ji PNA re ragihand, ku li gora amara ya li seranserê Iraqê çêbûye, 300 gorên bi komel hatine dîtin.Kesên di van goran de, bi destê sîstema Bees bi zindî hetine veşartin. ji wan goran jî  80% gorên kurdane û yên din jî gorên erebên Şîîa ne.

Fuas Osman di daxuyaniya xwe de got:Jji destpêka pêkhatina kabîneya pêncema hukûmeta herêma Kurdistanê, bernameyek ji alîyê komîta gorên bi komel yên wezareta kar û barên şehîdan û enfalkirîyên herêma Kurdistanê pêkhat û bi hevharîya wezareta mefên mirovan, dest bi vekirin û hilkewşandina van goran hat kirin.

Herweha jî wî ragihand, ku heta niha tenê 12 gorên bi komel hatin hilkewşandin û biryar wehaye dê her di hilkewşandinên van goran berdewambin.
Fuad Osman ev jî da xuyakirin, ku biryar wehaye dê di hefteya bihê de kongerek bi navê kongera gorên bi komel bite darxistin û em bi hêvî ne jî, dê di vê kongreyê de pilanekê ji bo çawanîya hilkewşandina van goran bihê dayîn.

Back to top button