Îsrail dikarê bandora Îranê li herêmê bişkîne
Israil menewrayek leşkerî herî mezin li dartêxe. Gelek pisporên siyasî vê manewreya leşkerî wek projek ya Îsrail ji bo midaxeleyek herêmî dibînin.Li herêmê taybetî li Suriye, Iraq û Libnanê pêşketin û bandora Îranê ewlehiya Îsrailê tehdît dike. Her dema Îran xwe amade bibîne dikare êrîşê dewleta Îsrail bike. Ji bo vê yekê jî Îsrail hewldide ku vê bandora Îranê li herêmê bişkîne û ewlehiya welatê xwe ji bin tehdîtê xilas bike.Taybetî bûyerên li vê dawîyê li Yemen û Siudiya Erebi encam dayin û ji destkişana serokwezîrê Libnanê ji kar, dihêlê ku Îsrail li gel Amerika li herêmê bikeve di nava leptekî de.Îsrail dê hewlbide ku ji Libnanê destpê bike û xwe ji tehdîta Hizbullaha Libnanî xilas bike. Ev yek bivê nevê Îrail û Îranê tînê himber hev. Taybetî Êrîşên Îranê li ser Kurdistana Başûr û dagirkirina Kerkûkê jî awayek din ya tehditê ye li ser ewlehiya Îsrailê.Dixweyê ev manewraye leşkerî ya Îsrail dê bibe destpêkek ya guhertinê li herêmê û herweha şkênandina bandora Îranê li van welatan.Kêmbûna bandora Îranê li ser dewletên wek Iraq, Suriye û Libnanê dê bandorek erênî li pêşketina Kurda û pêvajoya serxwebûna Kurdistana Başûr bike.