Cîhan

Îran:Iraq bûye wîlayetek ji impiratoriya Faris

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê huşdariyê dide wan hawlên li navçeyê têne kirin ku, dixwazin Îranê lawaz bikin, tekez dike ku, Iraq niha wîlayeteke ji impiratoriya Farisê û çareke din nabe welateke erebî.Wezîrê Berevaniyê yê Îranê emîd Hisên Dehqan di gotarekê de di merasîma salvegera şerê Dizevolê ragehand û wiha got:”Ji serok û desthilatdarên ereb re dibêjim çarenivîsa Sedam li bîra xwe bînin ji ber ku, ew bi ser xwe ve çû bû û li dawiyê hat kuştin.”Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Îranê emîd Hisên Dehqan tekez kir ku, Iraq niha wîlayeteke ji impiratoriya Farisê û çareke din navegere himêza  ereban, pêwîste ew erebên li Iraqê de dijîn vegerin wê biyabana berî niha jê hatibûn li Mûsilê heta Besrayê.Wezîrê Berevaniyê yê Îranê got jî ku, ew kesên dixwazin me lawazbikin wê çarenivîsa wan weke ya Sedam Hisên be em niha bihêzên me li Iraqê hêza Heşda Şeibî heye û dikarin wan hemû kesên dixwazin Iraqê vegerînin welateke erebî bêdeng bikin.Herwiha got ku, Îran niha giheştiye qonaxeke bilind û bihêz dikare mûşekên balistî û Kiroz dîzayîn û berhem dike ku, dûravêtina wan digehe 3000 hezar K.m.bas
Back to top button