
Li gor nûçeya tora medya Rûdawê, Şanderê Hevpeymaniya Ewlehiyê ya Îsraîl – Amerîkayê ji Kongrêsê daxwaz dikin ku piştgiriya xwestekên gelê Kurd bikin û piştgirî bidin serxwebûna Kurdistanê.Li ser pêşhatenên siyasî yên herî dawî yên di derbarê daxwaza Kurdan de, Şanderê Hevpeymaniya Ewlehiyê ya Îsraîl – Amerîkayê ku ji bazirganên cihû yên amerîkî û hin kesayetên din ên cihû pêk tên, biryar e di 15ê Mijdara 2017an de serdana Washingtonê bikin û armanca wan a serdanê jî ew e ku ji Kongrêsa Amerîkayê ji bo gelê Kurd daxwaza piştgiriyê bikin.Grûpa Friedlander di raportekê de ku li ser malpera grûpê belav kirine, armanca serdana xwe ya Washingtonê aşkere dikin û têde diyar kirine, ku ji bo mijara piştgiriya Kurdan, li gel hin kongrêsmanên Amerîkayê dê bicivin û daxwaz dikin ku piştgiriya xwestekên gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê bikin.Di raportê de damezrênerê hevpeymaniyê Ezra Friedlander nivîsandiye: “Pêwîst e Kongrêsa Amerîkayê agahdarê wê yekê be ku çawa Kurdan ji aliyê civaka cihûyan ve her ji berê ve piştevaniyeke bihêz heye.”Biryar e dema ku şand bigihîje Washingtonê, li gel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdurehman hevdîtin pêk bînin û mijara piştgiriya xwestekên gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê gotûbêj bikin.Herwiha di raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku di referanduma serxwebûnê de zêdetirî %90 xelkê Kurdistanê deng dane serxwebûnê û cudabûna ji Iraqê. Lê piştre serkirdeyên Kurdistanê ketine bin guvaşa tund a navdewletî û herwiha piştgiriya kêm a Amerîkayê.Weke din di raportê de behsa hevpeymaniya navbera hêzên Amerîkayê û hêzên Pêşmerge li şerê dijî DAIŞê de kirine û hêza Kurdan weke hêzeke giring li serkevtinên şerê li dijî DAIŞê de bi nav kirine.Herwiha qala pêwendiyên dîrokî yên navbera Kurd û cihûyan hatiye kirin û damezrandina dewleteke Kurdî bi giringî wesf kirine û dewleta Kurdistanê jî weke aktorekî giring li Rojhilatê Kurdistanê bi nav kirine ku sûda wê dê ji Amerîka û Îsraîlê re jî hebe.