Polîtîk
Petrol li Kurdistanê zêde dibe
Hisên Şehrestanî cîgirê serokwezîrê Îraqê ragihand ku asta derhênana petrolê ji bîrên Herêma Kurdistanê gelek bilind bûye.
Şehrestanî di dirêjahiya axiftinam xwe de got: ”Hijmara derhênana bermîlên pertolê, ji bîrên neftê yên Herêma Kurdistanê ya meha adar, rojane gihîştiye 115 hezar bermîan û ji aliyê şîrketa `Somo`yê ve tê birê ve birin.`
Ji aliyê xwe ve, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê dosye û kaxezên xerckirina sermayê pêşkêş bi Bexdad bike da ku li bazarên petrolê bête xerckirin.
Hêjayî gotinê ye ku di meha şubatê de, di rêjekê de 60–70 hezar bermîl derhênabûn, lê di meha adara bihûrî de, asta wê gelek bilind bûye.