Senatorên Amerika daxwaziya dawiya şer dikin
Çar senatorên Amerîkî nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson re rêkirin û di nama xwe de behsa rewşa Kurdistanê dikin û ne rihetiya xwe li ser helwest û siyaseta Amerika di derbarê Iraqê û Başûrê Kurdistanê de didin nîşandan.Çar kongressmanan di nameyekê de nîgeraniya xwe ji êrîşên mîlîşyayên Şîe yên bi hevkarî û serperiştiya rasterast a Îranê li ser navçeyên di jêr kontrola Herêma Kurdistanê de nîşan dan û dan zanîn, ew karên hikûmeta Iraqê ji bilî zêdekirina aloziyan li wan navçeyan, ti sûdeke din tê de nîne.Amaje bi wê kirin ku, her yek ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê du hevbeşên sereke ne di şerê li dijî terorê de.Di nameyê jî piştevaniya xwe ji Wezîrê Derve yê Amerîka re tekez kirin, ji bo piştevaniya Iraqî û Kurdistaniyan bike, ji bo peydakirina aramiyê li navçê û berdewamiya wan di şerê li dijî terorê de.Endamên Kongerssa Amerîkî Ralph Abraham, Marsha Blackburn, Jared Polis û Mike Gallagher di dawiya nameya xwe de dibêjin: “Li benda bersiva bilez in”