Civak

Pêşmerge : Me bi giranê bersiva êrîşê da

Hêza Pêşmerge derbarê roja Înê li Pirdê yê di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Heşda Şeibî, artêşa Îrakê û pasdarên Îranê  de daxuyaniyeke  belav kir û tê de behsa encama şer kir.Di daxuyaniyê de dibêje: Îro serê sibê hêzên Heşda Şeibî bi çek, top û tankên Abrahams ên Amerîkîêrişeke mezin û berfireh kirine ser hêzên me li Pirdê û cadeya sereke ya Pirdê-Hewlêrê. Hêzên pêşmerge qehremanên Kurdistanê bersiv dane wan û bo berevanîkirina ji Kurdistanê û gelê me yê serbilind rûbirûyê wan bûn û di şerekî giran û bi qehremanî de hemû ew êrîşên yek li pey yek ên dijminê dagîrker, tevî Heşda Şeibî û hevkarên wan ên pasdar û kesên xwefiroş hatin têkşikandin û piştî derbeke mezin neçar bûn paşve vekişin.Em destxweşiyê li hemû birayên pêşmerge, efser û fermandeyên ser bi hêzên Wezareta Pêşmerge û Hêza 80ê û Fermandeyiya Zêrevanî û Fermandeyiya Hêzên Piştevaniya Yek û Hêzên Dijî Terorê û Hêza Taybetiya Yek û Asayişê dikin, ku di encama vî şerî de 2 tank ku yek ji wan Abrahamas a Amerîkî bû li gel Zirêpoşekê û zêdetirî 12 Hummer û wesayit hatin têkşikandin û hejmareke mezin a kuştî û birîndar li pey xwe hêlan ku li gorî zanariyan zêdetirî 150 çekdar dibin ku piraniya wan bo nexweşxaneyên Kerkûkê hatine veguhastin. Ev dastana pîroz bi xwîna al a şeş şehîdên nemir û çendîn pêşmergeyên birîndar hat nexşandin.Di berdewamiya daxûyaniyê de dibêje: Em di demekê de pîrozbayî li gelê Kurdistanê dikin û spasiya bêdawî ya xwe digihînin hemû pêşmergeyên qehreman ên vê dastanê, çi weke kes û çi weke yekîneyan ku ji bilî qehremaniyê ti şroveyeke wê nebû û îsbat kirin, ku ew hêza dagîrker tê şikandin û tê şermezarkirin. Em bejna xwe bo kesûkarê şehîdan ditewînin. Hezaran silav li ser rihê wan ê paqij û em hêviya çakbûna bo birîndarên qehreman di nêzîktirîn dem de dikin.

Back to top button