Dijmin bi hesanî nikare bikeve Kerkûkê
Artêşa Iraqê, Heşda Şebî û pasdarên Îranê nêzikî Kerkûkê kom bûne. Iraqê 48 demjimêr dabûn ku kurd Kerkûkê radestî wan bikin.Ew dem derbas bû. Di vê navê de bi hezaran ciwanên kurdên xwebexş berê xwe dan Kerkûkê ji bo parastina Kerkûkê bikin. Parezgerê Kerkûkê Necmetin Kerim serdana ciwanên Kurdistanê kir û ji wan re got: Gencên Kerkûkê dilsoziya xwe ya ji bo bajar, xak û welatê xwe nîşanda. Ew dizanin, ku ev bajar bi xwîna şehîdan, gora enfalkiriyan û kesên tirba wan jî nediyar hatiye bidestxistin. Bila dijmin jî bi hest pê neke, ku dê hêsanê bikare were nav Kerkûkê. Em nahêlin Kerkûk weke daxwaza we be, herwiha emê Xurmatû jî bikin weke Kerkûkê.Li ser dawihatina ku demê Iraqê diyarkirê jî Kerim got: Em guh nadin wan tiştan ji ber ku gelê me li pişta me ye. Gelê me ew hinde zehmet û nexweşî dît. Ew hinde şehîd da. Bila dijmin bizane ku êdî nikare bi hêsanî were vî bajêrî, were Kurdistanê û dest bajêve welatê me.