Referanduma serxwebûnê û erka netewî
Referanduma serxwebûnê , ku hate kirin bi pêşengiya Barzanî, daxwaza kurdan a vînê û hebûnê ye.Tevî ku li welêt û herêmê gelek rûdan û bûyerên giring qewimîn, li Başûrê Kurdistanê gel, li gel hemû zext û çavsoriyan di 25ê Îlonê de bi coş û kelecaneke mezin çûn ser sindoqan. Pêkanîna referandumê ku berê dem û dîrok hatibû diyarkirin ji bo Kurdan li hemberî hemûNîqaşên ku referandumê dihatin kirin û zext û gefên dewletên dagirker ku perçeyên din ên Kurdistanê dagir kirine, bi heman rengî didomin. Zext û zordariyên dewletên metînger û polîtîkayên wan ên li dijî referandumê ji bo kurdên xwenas û xwedî fikra netewî ne tiştekî ecêb û awarete ye. Ji xwe rayedarên rêveberiya Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyên xwe ên beriya referandumê de eşkere dikin ku ew texmîn dikin ku ev bertek li hemberî wan bêne holê û wan ev hemû dane ber çavan. Referanduma serxwebûnê ji bo hêzên navneteweyî jî peyameke gelekî giringe. Êdî bi vê yekê de bê fêmkirin ku kurd ne tenê leşkerên ku gava pewîstî bi wan bibe li dijî ”terorîzmê” şer bikin û werin dîtin. Bil’eks dê baş fêm bikin kurd hêzeke ku pirsgirêkên wan ên netewî û daxwaza wan a serxwebûnê heye.Erka ku li ser milên rayedarên Başûrê Kurdistanê dimîne, ji vir û pêve bi hêza ku ji encamên referandumê standine pêngavên aqilane bavêjin. Piştî diyalogên li gel hikûmeta İraqê a ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dê di tevgera Amerîka ya ku digot”referandum di demeke xelet û şaş de hate pêkanîn”û hêzên nav netewî de guherînên erênî bê dîtin. Heta vê rojê lazim e Kurd polîtîkayên bi sebir û aqilane bimeşînin û ti carî nebin aliyê ku ji diyalogê direvin.Nêzîkbûnên dewletên herêmê ên neyarane û tiştên lazimin ku hêzên netewî ên Kurdan bikinKurdên li perçeyên din ku li derveyî Başûrê Kurdistanê dimînin, Awropa û li welatên din dijîn beriya referandumê tevî hemû kêmasiyên xwe helwesteke gelekî baş nîşan dan. Li her cîhekî ku kurd lê dijîn coşa serxwebûnê veguherî xwepêşandanan û li dora”xwesteka serxwebûnê”bûn yek dil û yek deng. Gava roja referandumê nêzîk bû ref bi ref meşiyan bi Başûrê Kurdistanê ve li hemberî hemû cîhanê eşkere kirin ku piştevaniya birayên xwe ên Başûrî dikin. Bê gelemperî ev nêzîkahiyeke erênî bû û lazim bû piştgirî bê kirin. Em wek TEVGER ku bi sê perçeyên Kurdistanê re di nav xebatên koordîne de ne, ta ku hêz û qeweta me destûr da me tevkarî ya vî karî kir. Ji serî heta dawî me di nav xebatên piştgiriya referandumê de cîhê xwe girt. Beriya referandumê li Bakûrê Kurdistanê saziyên netewî ên din re xebat û çalakiyan pêk bînin me komîsyonên cuda ava kirin. Dewleta tirk ku ji berê ve”Rewşa Awarte” îlan kiribû hemû çalakiyên me qedexe kirin û çalakiyên me yê berê kirin hincet û hevalên me ên ji bo van çalakiyan hatibûn erkdarkirin binçav kirin û wan şandin girtîgeha her wiha al,belavok û flamayên me ku di çapxaneyan de ji bo bikaranînê di çalakiyan de dihatin amadekirin ji aliyê hikûmiya Tirk ve hatin îmhakirin. Li gel hemû zext û zordariyan li Bakûrê Kurdistanê, em xwe rexne dikin ku em jî şirîkê kêmasî û lavaziya sazî û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê ne. Bi vî awayî jî ji ber ku em dengekî bilind li dengê birayên xwe ên parçeyên din ên Kurdistanê zêde nekir, em lêborîn û bexşandinê ji gelê Kurdistanê rica dikin. Tevî hemû zexm û piratîkên ”Rewşa Awarte” em andamên TEVGER ê ku şeva referandumê li Amedê bi alayên Kurdistanê meş lidar xistin ji ber cesaret û dilsoziya wan em wan pîroz dikin.Nêzîkahiya dewleta Tirk a neyarane û erkên li ser milên hêzên netewî ên BakûrîDewleta Tirk di serî de serok komar tevî hemû rayedar û saziyên xwe li hember îrade û vîna serxwebûnê ku piştî referandumê eşkere bû û birêz Mesûd Barzanî ku pêşengî û serokiya vî karî kir neyariyeke dûrî aqilan nîşan dan û bi rêya hêza medyayê dest bi seferberiya reşkirinê kirin. Hemû aliyên medyaya Tirkan bi talîmatên dewlet û hikûmetê di şexsê cenabê Mesûd Barzanî û malbata wî de zimanê xw yê qirêj û lewitî dirêjî hemû nirx û pîroziyên gelê Kurd dikin û bi vî awayî hemû sînorên edeb û terbiyeyê ji binîve hildiweşînin. Di nav wan êrîşan de çend dengên rewşenbîr û nivîskarên xwedan wîcdan û aqil jî, gotin di cih de bê dihêlin û derrin. Di vê astê de pirsa ku lazime were pirsîn ev e: ”Ev polîtîkayên zex û zordariya ku bi pêşengiya serok komar R.T .Erdogan ve têne meşandin ji bo çiye û vê wêrekiyê ji kîjan rewşan werdigirê?” Rêxistineke ku bi hinceta têkoşîna li dijî Kemalîzm û statîkoyê alîkariya gelek kurdan daye pişt xwe(bi taybetî Kurdên muhafezekar/demoqrat) û bûye desthilatdar, çawa dikare ji mezin û pêşengên Kurdan ên qedir bilind ku ew ê 4 nifş ên bênavber pêşengî û nûnertiya terîqeta Neqşbendîtîyê kirine û her wiha gelek xizmetên giring ji Îslamê re kirin re bibêje: ”Hûn ajanên Yahûdî/Cîhû û Îngilîzan in?” Ev kes vê cesaretê ji ku distînin? Ev tabloya neyînÎ ewqasî muhîm e ku tenê bi têgehên wek ”Polîtîkayên metîngerî” û hwd nikare were ravekirin. Bi tespît û şîroveyên polîtîk ên klasîk ev rewş nikare were îzahkirin. Îro ew roj e ku pêwîste em helwesta xwe bêhtir eşkere bikin û dengê xwe bilindtir bikin. Piştî ”trajêdiya xendekan” dewleta Tirk dev ji polîtîkaya diyalogê berdaye û hey meydan vala maye, postê mîh ji xwe kiriye, di şûnê de zirxê Kemalîzmê li xwe kiriye. Bi vî awayî tevî ku li derveyî sînorê fermî ye, gef û çavsoriyan li îradeya gelê Başûrê Kurdistanê dike. Axir tişta li ser hemû hêzên demoqrat/netewî/muhafezekar/şoreşgerên Bakûrê Kurdistanê dimîne ew e ku ji vê rewşê re bibêjin ”Êdî Bes e!” û li hemberî Komara Tirkiye yê eşker û ispat bikin ku Başûrê Kurdistanê ne bêxwedî ye. Ji bo vê yekê jî pêwîste helwestên birayên me ên Rojavayî û Rojhilatî ji bo gelê Bakûr bibe mînak û herwiha bi heman awayî dibe ku ev helwest xwe di piratîkê de bidin de. Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê bang û daxwazî hemû hêz û rêxistinên Bakûrî dikin ku li dijî polîtîkayên Dewleta Tirk, heta ku ev kampanyaya zexm/gef/zordarîya a li ser gelê Kurd bi dawî bibe û ta ku îradeya gelê Başûrê Kurdistanê veguhere serxwebûnê em li cenabê Mesûd Barzanî û xwesteka meşrû û rewa ya serxwebûnê xwedî derkevin û li dorê bicivin. Her wiha em dixwazin bê zanîn ku di serî de kampanyayên li ser torên civakî û hemû pratîkên din li ser me ciwanên Kurdistanî ferz e û em tev de erkdar in, çi li ser me ferz û wezîfe be em ê bêguman bînin cih.Li gel rêz û silavanKoordînasyona Rêveberiya Tevgera Ciwanên Kurdistanê05/10/2017