Barzaî: Em li jêr zextê kar nakîn û zexta kes qebûl nakîn
Îro yekşemiyê 03.04.2011 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê digel Berhem Ehmed Saleh serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê û wezîrên civata hikûmetê civiya.
Di civînê de serok Barzanî behsa rewûa aloza herêma Kurdistanê kir û daxaz ji serok, cîgir û wezîrên hikûmeta herêma kurdistanê kir ku gelek bi zelalî rewşa herêma Kurdistanê binirxînin û li ser bicihkirina bernameyê çaksaziyê (reform) berdewam bin.
Barzanî got ku di destpêka pêkanîna kabîneya şeşê de daxaz ji hemû partiyên di hilbijartinan de serketîn hat kirin ku di hikûmetê de beşdar bin, lê hindeke aliyan biryara xwe de ku wele opozisyon di parlamentoya Kurdistanê de xebata xwe bikin, ” Mejî hurmet ji biryara wan re girt û me daxaz jê kir ki opozisyoneke avaker bin.”
Serok Barzanî got ku ji van xwenîşandanan du daxaz hene; yekem daxazên xelkê ne û ya duyem jî daxaznê partiyên opozisyon in.
Daxaz yekem ku daxazên xwelkê ne ew daxazên normal û adli in û divê hikûmeta herêma Kurdistanê wan daxazn pêkbîne.
Ya duyem jî daxaznên partiyên opozisyon in ku dixazin bi rêya daxazên xelkê hindek acindayên xwe bidin qebûl kirin û li ser îradeya hikûeta piranî feriz bikin, ew tîniyên desthilatin û dixwazin xwe bi zorê ferz bikin. Nexwe bila bên û beşdarî di hilbijartina pêşwext de bikin.
Serok Barzanî got:
– Eger ew alî bi rastî jî dixwazin çaksaziyê encam bidin pêwîste digel desthilatê rûnin û pêkve wê çaksaziyê encam bidin. Ev desthilat bi kudeta an jî bi darbe nehatiye ser hukim, belku bi hilbijartin û bi dengê piraniya xelkê Kurdistanê hatiye ser hukim.
Serok Barzanî di berdewamiya xwe de got:
– Em bi tu awayekî qebul nakîn kesek bi navê gel bipeyve û me wekî aliyê dijî gel bişibîne û qebul jî nakîn kes xwe bi hilgirê ala çaksaziyê deyne. Ji ber ku em hem mîlet bi mîletê xwe dizanîn û hem hizra çaksaziyê jî ya me bi xwe bûye.
– Ez bi zelalî dibêjim ku me bernameya çaksaziyê danaye û em bixwe wê bernamey bicih dikin. Em qebul nakîn kesek bi navê çaksaziyê îstîxlala hinek tiştan ji bo berjewendiyên xwe bike.
– Partiyên opoziyon jî êdî bila dev ji wan axaftinan berdin ku qaşo ya ku dihête kirin bi li jêr zexta opozisyonê tê kirin. Em li jêr zextê kar nakîn û zexta kesek jî qebul nakîn û xizmetkirina mîletê xwe jî bi erkekî herî bilindê xwe dizanîn.
– Min dema serokayetiya herêmê Kurdistanê qebul kir, ji bo wê yekê bû ku; navmala kurd rêkbix im, paşmayên şerê navxweyî nehêl im û cî û pozîsyona mîlletê xwe li derve bilind bikim saziyên hikûmetê ava bikim.
– Ez ne aşiqê postên bilind im, ez şanaziyê bi pêşmergayetiya xwe dikim û her wekî pêşmergeyek jî xizmeta gelê xwe dikim û ji kes jî qebul nakim bi zorê ajandaya xwe li ser min ferz bike.
Li ser serdana vê dawiyê ya serokwezîrê Komara Tirkiyeyê jî bo herêma Kurdistanê, serok Barzanî dûpat kir ku ev serdan, ji bo her du aliyan, serdaneke dîrokî û gelek girîng bû. Barzanî got ku têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên cîran çend baş be di qazanca hemû aliyekî de ye.
Serokê Kurdistanê dot jî ku Tirkiye rol û pêgeha xwe li navçeyê û hemû cîhanê da heye pêwîste têkelî bi Tirkyeyê re baş bin û şexsê serokwezîrê Tirkiyeyê jî bi şexsekî biwêr wesif kir.