Îroj
3'ê Avrêl

3’ê Avrêl
Di sala 1979’an û di rojekî wekê îroyê de Serok Wezîrê Pakîstanê Zulfîkar Elî Butto hate îdam kirin.
Zulfîkar Elî Butto (r.b. 5 Rêbendan 1928 – m. 3 Avrêl 1979), sîyasetmedarî Pakîstanî
Di navbera salên 1971 û 1973’an de Serok Dewletiyê û di navbera salên 1973 û 1977’an de jî peywirdariya Serok Wezîriyê kir. Her wiha avakarê Partiya Gelê Pakîstanê ye.
Di sala 1977’an de ji aliyê Fermandarê Artêşa Pakîstan yê Zîya ul Hakê ve ji erka xwe hatiye dûrxistin. Keça wî ya bi navê Benazîr Butto jî 2 caran Serok Wezîriyê kir û di 27’ê Berfanbara sala 2007’an de di dema mitîngê de hatiye kuştin.