Cîhan

DYA ji Libyayê şûnde wedikişe

Piştî ku Amerîkayê fermandariya êrîşên dijê Libyayê dewrê hêzên NATO yê kir, serokê Amerîka Obama di daxuyaniyek ya xwe de got: “ Emê di operasyona Libyayê de ne li pêşbin“.

Piştî vê gotina Obama Amerîka, balafirên xwe yên cengî ji asmanê Libyayê dan aliyekî û herweha gemiyên xwe jî ji ava tixûbê Libyayê derêxistin. Piştî vê biryara Amerîka dixweyê dê rewşa hêzên hevpeyman û Nato li Libyayê hindek tevlîhev bibe.

Di operasyona dijê Kadafî de 90 balefirên cengî yên Amerîkayê cig digirtin. Piştî vê biryarê niha 143 balefirên cengî li dijê Libyayê li herêmêne. 17 ji van yên Ingiltere, 33 yên Fransayê ne.

Herweha di nav hêzên girêdayî Kadafî û yên li dijê rejimê şer bi dijwarî berdewam e.

Back to top button