Serokê Giştî yê PAKê Li Hewlêrê Seredana YNK û YEKGIRTÛ Kir
Serokê PAKê Li Hewlêrê Seredana Yekgirtû Îslami ya Kurdistanê(Yekgirtû) KirSerokê Giştî yê PAKê Li Hewlêrê Seredana YNK û YEKGIRTÛ KirSerokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, ji ber referandûma serxwebûnê çend rojin li gel gelek rêveber û endamên PAKê li Hewlêrê ne. Bi vê minasebetê, heyetên PAKê, bi serpereştîya Serokê Giştîyê PAKê Mustafa Özçelik, seredana hinek partîyên sîyasî kirin.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, li gel heyeta PAKê roja 27.09.2017an li Hewlêrê serdana Mekteb Sîyasî yên YNK(Yekitî Niştimanîya Kurdistanê) û YEKGIRTÛ(Yekgirtû Îslamî ya Kurdistanê) kir.Serokê Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik roja 27.09.2017an li gel Cîhgirê Serokê Giştî rêzdar Kasım Ergün û endamê Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê rêzdar Orhan Kaya, li Hewlêrê pêştir seredana Mekteba Sîyasî ya YNKyê kirin.Endamê Mekteba Sîyasî û Berpirsê Ofisa Peywendîyên Giştî Rêzdar Sadi Ahmed Pire ve hate pêşwazî kirin.Serokê Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik, ji ber vê pêşewazîyê spasîya xwe pêşkêş kir. Rêzdar Sadi Ahmed Pire jî xêrhtina heyeta PAKê kir û xweşhalİ^ya xwe anî ziman.Di vê hevdîtinê de, herdu alîyan referandûmê û encamên wê yên erênî de, di derbarê girîngîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de bîr û rayên xwe yên hevbeş anîn ziman. Herweha herdu alîyan jî bal kişandin ser girîngî û pêwîstîya pêşde birina peywendîyên PAK û YNKyê. Di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Başûr û Bakurê Kurdistanê, siyaseta dewletên herêmê û yên weke Emerîka, dewletên Ewrûpa û yên din ku li Rojhilata Navîn de roleke mezin dilihîzin de bîr û rayên xwe bilêv kirin.Hevdîtina heyeta PAK û YNKyê di atmosfereka germ û dostane de derbas bû.Piştî hevdîtinê, li Mekteb Sîyasî ya YNKyê, rêzdaran Serokê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Endamê Mekteba Sîyasî Sadi Ahmed Pire, civîneke çapemenîyê li dar xistin.Gelek telewîzyon û dezgehên ragehandinê beşdarî vê civîna çapemenîyê bûn.Di civîna çapemenîyê de, Rêzdar Mustafa Özçelik got ‘’Em weke PAK ji bo piştgirî û çavdêrîya referandûmê nuha Başûrê Kurdistanê ne. Me ji roja ewil de bêyî qeyd û şerd ji referandûme re jî, ji serxwebûnê re jî got ‘Belê’.Referandûm li hiber hemû zextên navxweyî û yên derveyî berxwedanek bû.Encamên referandûmê serhildaneke, ronesansa hemû Kurd û Kurdistanîyan e.Em gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê ji ber beşdarîya wan ya zêde û ji ber ‘erê’ya ji %90î zêdedir pîroz dikin. Êdî ji serxwebûnê veger tune ye’’. Rêzdar Mustafa Özçelik, got emê seredana partîyên din yên Başûrê Kurdistanê jî bikin.Rêzdar Sadi Ahmed Pire jî got ‘’Emê peywendîyên xwe li gel PAKê geştir bikin.Em piştgirîya yekrêzîya hemû partî û alîyên Bakurê Kurdistanê dikin’’ û di derbarê referandûmê,serxwebûnê, helwesta Tirkîyeyê û Iraqê û dewletên cîhanê de bîr û rayên xwe anî ziman. 


