Cîhan

CIA li Libyayê ji El Qaîde ditirse

Di nûçeyekî de rojnama Amerîkî Los Angeles Times, ragihand ku li Libyayê CIA di nav hêzên ku dijê Kadafî şer dikin de ye û hemi cureyên agahdariyan dide wan. Herweha li gora rojnamê, CIA hêj biryar nedaye ku çêka bide hêzên muxalif.

Lê wek tê zanîn li Amerîka muxelefetek li dijê Obama heye ku, naxwazin hêzên dijê Kadafî bêne bi çekkirin ji aliyê Amerîkayê ve. Muxalefeta Amerîka ditirsê ku ew çekên bidin hêzên dijê Kadafî bikeve di destê rêxistina El qaîde de. Li Afganistanê gelek çekên ku Amerîka dayîn hêzên muxalefetê di dema xwe de, hemû îro di destê El Qaîde de ne.

Serokê Libyayê Kadafî di gelek daxuyaniyên xwe de dibêjeku yên dijî wî şer dikin rêxistina El Qaîdeye. Amerîka ji hinek tiştan agahdare.
Li gora rojnameya Los Angeles Times, CIA ji aliyekî ve arîkariya hêzên li dijê Kadafî dike, ji aliyek din ve çavderiyê dike ku, ka endamên El Qaîde di nav wan de hene yan tunene.

Back to top button