Referandûm biryara gelê Kurdistane
Serok Barzanî ragihand: Referandûm biryara gelê Kurdistane û ji destê tu partî û kesek da nemaye û di dema xwe ya diyarkirî da birêve diçe.Ev gotinên Serok Barzanî li hevdîtinek da hat ku êvariya roja şemî 23.09.2017 li gel birêz Bruno Aubert Balyozê Fransa li Iraqê birêveçû.Li vê hevdîtinê de ku Dominik Mas Konsolê Fransa li Hewlêrê amade bû, Balyozê Fransa li Iraqê ragihand ku Fransa li dijî daxwaza gelê Kurdistanê nîne û dixwazin peywendiya dîrokî ya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê pêşve biçe. Her wiha ragihand ku Fransa wekî bingeh dijî referandûmê jî nîne, lê belê em bawerin niha demek ji bo encamdana referandûmê li ne başe û renge bandorê li ser şerê dijî Da’îş bike.Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, tekez li wê yekê kir ku biryara referandûmê biryara yek an jî dû partiyan nîne û biryara gelê Kurdistane bi hemû pêkhatên xwe ve û biryara Parlemena Kurdistanê ye jî û niha jî dema ewe nemaye behsa paşxistina wê bê kirin û biryar jî li destê tu partiyek û çi kesek da nîne û referandûm di dema xwe da birêvediçe.Serok Barzanî bi hurî wan sedeman jî rûn kir ku bûne sedema wê yekê ku gelê Kurdistanê çi hêviyeke bi pêkvejiyanê li gel Bexda nemîne û biryara encamdana referandûmê bide. Tekez jî kir ku gelê Kurdistanê roja 25.09.2017 diçine ser sindoqê dengdanê û raya xwe bi cîhanê radigihînin. Di derbarê daxwaza civaka navdewletî jî ji bo encamdana diyalogê li gel Bexda, Serok Barzanî ragihand ku me tu demekî dergehê guftûgoyê negirtiye û îro jî şandek çûne Bexda heta babetê zêdetir ji bo aliyên siyasiyên Iraqê rûn bikin û piştî wê yekê jî dergehê guftûgoyê li gel Bexda vekiriye û em amadene bi ajandayekî vekirî û bi dilekî vekirî li ser hemû babetên wekî sînor, neft, av, xaz û her babetekî din ku pêwîst bê guftûgo bikîn heta bi rêyekî aştiyane û hevdû têgihîştinê bibîn dû cîranên baş.