Cîhan
Îsrail xwe amade dike
Îsrail amadevaniya manewrayek leşkerî ya mezin dike.Li gora nûçeya rojnama Îsrailî Yedioth Ahronot, piştî li hevhatina Hizbullaha Libnanî û DAÎŞ û herweha hêzbûna Îranê li Suriye, artêşa Îsrail xwe ji bo menewrayek leşkerî amade dike. Ev manewra leşkerî li tixûbê Îsrail û Libnanê tê li darxistin û 11 rojan berdewam dibe.Li gora çavkaniyek ji artêşê ji bo rojnama Yedioth Ahronot daye xûyakirin, armanc ji vê manewrayê ewe ku bala Hizbullah bê kişandin û herweha çalakiyên Hizbullahê li tixûbê Îsrail û Libnanê bêne sekinandin.Herweha tê îdia kirin ku Îsrail amadevaniya êrîşek mezin li dijê Hizbulahê dike.