Polîtîk

Hinek kurd dixwazin bindest bimînin

Neda Mêrgesorî: Kurdên dibêjin niha ne dema serxwebûnê ye, dixwazin bindest bimînin.Li gor nûçeyek ya Basnewsê,parlamentera kurd li parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî li ser referandom û serxwebûna gotarek belav kiriye û gotiye, referandom mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye.Neda Mêrgesorî her wiha gotiye, mixabin di nav kurdan de hinek kes dijîtiya referandomê dikin, hinek welatên derdorma ne jî li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê ne. Ji ber wê jî ti ferqa wan kurdan bi ereb, turk û farsên ku dijîtiya serxwebûna Kurdistanê dikin, re nîne.Wê parlamentera kurd daye xuyakirin ku hinek kes û partî dibêjin ku niha ne dema referandomê ye û bila were paşxistin. Ev bi vê yekê xeletiyeka dîrokî dikin ji ber ku referandom bo kurd û Kurdistana heyamek dirêj e rastî zilm, zordarî, kuştin, enfal û kîmyabaranê hatine, tê encamdan. Referandom bo hevrikiya siyasî nayê kirin. Ewên ku dibêjin niha dema wê ye, naxwazin ji bin destê ereb, turk û farsan derkevin, dixwazin heta hetayî bindest bimînin…Neda Mêrgesorî aniye ziman ku êdî ti hêviya kurdan bi Iraqê nemaye û gotiye, di heyama 80 salan hikûmeta sunniyan û 14 salan hikûmeta şîeyan de tenê kuştin, qirrkirin, kîmyabaran, birrîna bûdce û mûçe bûye para kurdan ji ber wê jî ti hêviyeka kurdan bi Iraqa ku bi zora pîneyan bi hev re maye, nemaye.

Back to top button