Polîtîk

Şervanîn biyanî yên DAÎŞê

Li gora nûçeyek ya rojnama The Times, li Musilê hêzên Iraqî 20 kesên biyanî di xendekî de ku xwe weşartibûn dîtin û ew girtin. Ji van kesan 5 Alman, 3 Rus, 3 Tirk, 2 Kanada û jinek Fransî li gel 4 zarokên wê bû.Keçek Alman 16 salî bi navê Linda Wenzel,li gel kesek ji Çaçanistanê zewicî bû şervanek girîng yê DAÎŞê bû.Dema Linda hatî girtin dabû xûyakirin ku ew wek dîlê DAÎŞê ye ew wek koleya cinsî bi kardianîna. Lê piştre rastiya Linda derket holê ku şervanek girîng ya DAÎŞê ye. 

Back to top button